Xwendekarên Zanîngeha Rojava projeyên hawirdorparêz çêdikin

Xwendekarên Zanîngeha Rojava ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şert û mercên şer ên dijwar de perwerdehiya xwe didomînin, projeyên mirovahî û hawirdorparêziyê çêdikin.

ŞÊRÎN MİHEMED

Qamişo- Zanîngeha Rojava di sala 2016’an de li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava şert û mercên dijwar ên şer de hate avakirin. 7 xwendekarên ku di navbera salên 2021-2022’an de ji fakulteyên endezyariyê û Enstîtuya Zanistên Teknîkî ya Zanîngeha Rojava mezûn bûn, yekem car beşdarî projeyên endezyariya teknîkî bûn. Xwendekarên ku ji meha Çileyê û vir ve projeyên xwe nîşan didin, diyar kirin ku ew zêdetir li ser xebatên hawirdorparêz rawestiyane.

'Ji bo me gaveke mezin e'

Xwendekara Beşa Endezyariya Mekatronîk a Zanîngeha Rojava Canda Mele Xelîl diyar kir ku pêdiviya civakê bi pêşketina teknolojiyê heye ku jiyana mirovan hêsan bike bêyî ku bandoreke neyînî li ser bike. Canda Mele Xelîl da zanîn ku ew weke xwendekarên Zanîngeha Rojava bi projeyên nû beşdarî yekemîn pêşangeha teknolojîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin bû û wiha got: “Weke xwendekar me hewl da ku bi projeyan tevkariya cîhanê û civaka xwe bikin. Hemû proje ji aliyê xwendekaran ve di bin çavdêriya mamosteyên zanîngehê de hatine kirin, bêyî alîkariya kesî. Tevî şert û mercên dijwar me projeyên xwe pêk anîn. Projeyên me di civaka me de balkêş bûn. Cara yekem e ku xwendekarên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî pêşangeheke bi vî rengî dibin. Her çend ev proje neyên pêşxistin jî ji bo me destpêkek cidî û gavek mezin in. Me ji hemû cîhanê re îspat kir ku xwendekarên Zanîngeha Rojava tevî hemû ezmûnên herêmê li ber xwe didin. Em ê xwe baştir bikin da ku bi her awayî alîkariya civakê bikin.”

'Piraniya projeyan li ser pêdiviyên jiyanî bûn'

Canda Mele Xelîl bal kişand ser naveroka projeyê û wiha got: "Piraniya projeyên xwendekarên Zanîngeha Rojava li ser pêdiviyên jiyanî bûn. Lêkolînên ku ji bo pêşxistina hilberîna zebze û fêkî di nav projeyên herî bikêrhatî de ne. Çandinî, robotên agirkujiyê. Kursiya kontrolê ya ji dûr ve ji bo mirovên xwedî pêdiviyên taybet, bi enerjiya rojê ve tê xebitandin. Me modelek piçûk a vaporê ya bi sarker û kontrolê ji dûr ve hilberand. Ji hêla din ve, projeyek cotkarê robot heye ku ji bo alîkariya mirovên ku di şer û nexweşiyan de endamên xwe winda kirine, heye. Eger derfet hebin, em ê hewl bidin ku projeyên xwe zêdetir pêş bixin."

‘Weke jin me zehmetiyan kişand’

Canda Mele Xelîl diyar kir ku di dema ku weke jin beşdarî xwendinê bûne rastî hin zehmetiyan hatine û wiha got: "Ev ji bo me xwendekaran tiştekî nû ye. Proje herî zêde li ser teknolojiyê, elektrîk, amûr û bername hatiye avakirin û mijareke me ye. di naskirinê de zehmetiyan dikşînin. Me beşdarbûna xwe ya fuarê ji bo xwe wek gavek mezin nirxand."

'6 xwendekar li ser projeyên xwe yên mezûniyetê dixebitin'

Canda Mele Xelîl diyar kir ku niha 6 xwendekar li ser projeyên xwe yên derçûna zanîngehê dixebitin û ji bo hêsankirina jiyanê divê teknolojî bê bikaranîn. Canda Mele Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ji ber ku beşa Teknolojiyê yek ji beşên zehmet e, hejmara xwendekarên ku dikevin vê beşê hinekî kêm e, lê civaka me êdî hewcedariya kesên ku di warê mekatronîkê de dixebitin heye. Ez xwendekaran vedixwînim ku têkevin vê beşê û girîngiya teknolojiyê di jiyana mirovan de û bi taybetî di civaka me de fêm bikin."