Xwendekarên Mexmûrê ji bo mafê xwendinê meşek li dar xistin

Xwendekarên dibistana amedeyî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi armanca daxwaza mafên xwe yên xwendinê meşek li dar xistin.

Mexmûr - Xwendekarên dibistana amadeyî ya Mexmûrê piştî wergirtina karneyên xwe yên dawiya salê ji bo daxwaza mafên xwe yê xwendinê meşek li dar xistin. Meşê heta ber navenda kontrolê ya hêzên Iraqê berdewam kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên ku bal dikişînin ser mafê xwendinê hatin hildan. Piştî ku meş gihişt navenda kontrolê, hêzên Iraqê destûr nedan ku xwendekar biçin ber deriyê Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê. Piştî wê xwendekaran li navenda kontrolê ya hêzên Iraqê daxuyaniyek dan. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Şîrîn Oren ve û bi zimanê Erebî jî ji aliyê Arjîn Urper ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Birêz Wezîrê perwerdeyê Dr Îbrahîm Menas Cibûrî, hemû xebatkar û kedkarên wezaretê, dema di sala 1994’an de em li Îraqê bicih bûn heta niha me weke penaberên Mexmûrê girîngiyek mezin daye xwendinê, tevî hemû bê derfetiyan jî me dest ji xwendinê berneda. Ji ber vê sekna me Netewên Yekbûyî fermiyeta me ya xwendinê pejirandiye û hîn di wê demê de dest bi parastina mafê meye xwendinê kiriye. Di heman demê de hikumeta Iraqê jî li gorî zagona xwe ya 1971 hêjmar 51 me bi fermî weke penaberên siyasî qebûl kiriye. Ji sala 2004’an heta 2021’an xwendekarên me bi fermî di zanîngehên hikumeta herêmê de dixwendin. Bi saya vê xwendinê ji nava xwendekarên me kesayetên bijîjk, parêzer, endezyar, mîmar û wêjevan derketine.

‘Em ji mafê xwe yê xwendinê bêpar hatine hiştin’

Ji sala 2021’ê heya niha em ji mafê xwendina zanîngehê bêpar hatine hiştin, bi dehan xwendekarên me xeyalên wan ên xwendina zanîngehê di nîvê de man. Her çiqas li cîhanê xwendin mafekî gerdûnî be jî di sedsala 21’ê de hîn jî em ji vê mafî bêpar têne hêlan. Em weke xwendekarên penaberên Mexmûr dixwazîn bixwînin, ji bo pêwîstiyên gelê xwe û civakî Iraqê bibîn bersiv û erk û berpirsyariyên xwe pêkbînin. Ji bo ev daxwaza me pêk were di serî de weke wezareta perwerdeyê, hikûmeta Iraqê û bi hevbeşiya Neteweyên Yekbûyî vê rewşa me li ber çavan bigre û bi pratîkî çareseriyên lezgîn werin peyda kirin û divî alî de gavên pêwîst werin avêtin.”

Di daxuyaniyê bal hat kişandin ser van xalan:

  1. Ji bo em baştir rewşa xwe ji were rave bikin, em daxwaz dikin bi navê me xwendekar û mamosteyan heyet li gel Wezîrê Perwerdê re hevdîtinek bike.
  2. Em weke xwendekar daxwaz dikin lijneyek ji Wezareta Perwerdê were wargehê ji nêzve rewşa me bibîne.

‘Em jî dixwazin weke her kesê bixwînin û bibin xwedî pîşe’

Pelîn Kara ku yek ji xwendekarên ku daxwaza mafê xwe dike ye destnîşan kir ku çawa mafê herkesê wan yê xwendinê heye divê ji bo xwendekarên wargehê jî hebe û got: “Ev demeke dirêje riya me hatiye girtin û mafê me yê xwendinê ji me hatiye girtin. Mafê xwendinê yê herkesê heye û em jî dixwazin wek herkesê bixwînin û bibin xwedî pîşe. Em îro ji bo mafê xwe yên xwendinê li vir kombûne û daxwaza me ewe ku mafê me bidin me. Cardin dubare dikin ku bila mafê me yê xwendinê were dayîn.”