Rojnamevan Marziye Hûseynî felca mejî derbas kir
Rojnamevana aboriyê Marziye Hûseynî, di encama zextên darazê ya demek dirêj pê re rû bi rû dimîne de, felca mejî derbas kir û sewqî nexweşxaneyê hate kirin.
					Navenda Nûçeyan – Rojnamevana aboriyê Marziye Hûseynî, ji ber zextên darezê yên Îranê ku carek gelek pê re rû bi rû hat, felca mejî derbas kir. Malbat û hevalên wê, diyar kirin ku Marziye Hûseynî bi awayekî demkî hafizeya xwe winda kiriye.
Marziye Hûseynî, ji ber nûçeyên xwe yên lêkolînê yên têkildarî gendelî û rêveberiya xirab li Herêma Azad a Qeşmê gelek caran ji bo dozgeriyê hatibû gazî kirin. Li gorî derdora wê ya nêz, rojnamevan ji ber zextan pirsgirêkên tenduristiyê jiyan dikir. Rûxmê vê yekê, rayedarên darazê teblîxatek nû şandine.
Di meha Hezîrana îsal de, serokê Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Qeşmê ji Marziya Hûseynî re teblîxatek şand û ragihand ku divê der barê sûcdariyên li dijî wê de parastin bike. Marziye, bi sûcdariyên "bêbextî, belavkirina nûçeyên derew, heqareta rayedaran û heqareta mirovên asayî" tê sûcdar kirin.