Xwendekarên ku zanîngeh temam kirine daxwaza mafên xwe kirin
Xwendekarên ku zanîngeh û peymangeh temam kirine li Silêmaniyê ji ber ku nayên tayînekirin çalakiyek li dar xistin û daxwaza mafên xwe kirin. Xwendekaran diyar kirin ku ger daxwazên wan neyên pêkanîn wê çalakiyên xwe bidomînin.
Silêmanî- Xwendekarên zanîngeh û peymangeh temam kirin li ber deriyê avahiya Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê kom bûn û çakaliyek li dar xistin û xwestin werin tayînkirin. Li wê derê li ser navê kesên kom bûne daxuyaniyek hat xwendin, di daxuyaniyê de bang li her kesê hat kirin ku li dijî gendelî, qeyrana heyî û zilma li Herêma Kurdistanê tê kirin derkevin û hat destnîşankirin ku kesên nehatine tayînkirin divê bi çalakiyên cuda zextê li hikumeta Herêma Kurdistanê bikin ku çareseriyek bibînin û hat diyarkirin ku heta daxwazên wan neyên pêkanîn ew ê ji bo mafên xwe li kolanan bin û li hemû bajaran jî çalakiyan li dar bixin. Xwendekarên ku zanîngeh temam kirine û daxwaza mafên xwe dikin ji ajansa me re axivîn.
“Ev çend sal in berendam sozan didin lê pêk naynin”
Xwendekara bi navê Sosîn Elî ya zanîngeh qedandiye lê heta niha nehatiye tayînkirin, der barê çalakiyên xwe de ji ajansa me re axivî û got: “Me gelek caran çalakî li dar xistine lê belê hikumetê bersiva daxwazên me nedaye. Di hilbijartinê de em ê nerazîbûnên gel û bi taybetî çîna zanîngehê nîşan bidin. Ji ber mafê me ye û em daxwaz dikin lê belê hikumet mafê me ji nedîtî ve tê, min û gelek hevalên xwe biryar daye ku em hilbijartinan baykot bikin. Em beşdarî hilbijartinan nabîn, ji ber ku ev çend sale berendam sozan didin lê belê pêk naynin.”
“Ji sala 2013’an ve forma damezrandinê nehatiye debeşkirin”
Koçer Hemze ya sala 2010’an zanîngeh temam kiriye û nehatiye tayînkirin helwesta xwe ya der barê tayînnebûnê û beşdarbûbana hilbijartinan de dide nîşandan û wiha dibêje: “Berendam sozan didin lê belê ew soz tenê di dema bangeşe û li ser sindoqan dimînin û piştî wê êdî ew berendamên ku soz dane ne xwediyên sozên dane ne. Ji sala 2013’an ve forma damezrandinê nehatiye debeşkirin. Beriya du salan jî beşek hatin tayînkirin, ew ên ku hatine tayînkirin bi navbeynkariya partiyan hatin tayinkirin.”