Xwendekar Şîlan 27 rojin di tecrîdê de ye
Xwendekara Zanîngeha Stenbolê Şîlan Delîpalta ji ber tevlî çalakiyên şermezarkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlûyê tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hat kirin bû hatibû girtin, 27 roj in di tecrîdê de ye.
Navenda Nûçeyan - Xwendekara Zanîngeha Stenbolê Şîlan Delîpalta ji ber beşdarî şermezarkirinên çalakiya rektorê qeyûm Melîh Bûlûyê tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hat kirin bû hatibû girtin, 27 roj in di tecrîdê de ye. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bi Şîlan a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne re hevdîtin kir û derbarê hevdîtinê de ev agahî parvekirin: “Min bi Şîlan Delîpalta ya ji Bogazîçiyê hatibû girtin re hevdîtin kir. Got ku 27 rojin wê na derxînin bexçeyê qawişê, di tecrîdê de tê girtin û dixwaze derbasî qawişeke din bibe. Rûken, bi hêvî û bi hêz bû. Ji herkesê re silavên wê hebûn."