Xizmên windayan li kiryarên Atilla Korkmaz pirsîn

Şubeya Amedê ya ÎHD û xizmên windayiyan, di çalakiya xwe ya heftiya 723’an de li kiryarên Atilla Korkmaz ê di sala 1996’an de ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û qetilkirin, pirsîn.

Amed – Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Amedê û xizmên windayiyan di çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ di hefteya 723’an de carek din li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê daxuyanî dan. Malbatan vê carê li kiryarên Atilla Korkmaz ê ku 8’ê Kanuna sala 1996’an de li Amedê hatibû windakirin pirsîn. 

Di daxuyaniyê de çîroka Atilla Kormaz hate xwendin

Atilla Korkmaz ê 27 salî ku li Amedê jiyan dikir, li Batikent a Rêzanê marketek biçûk rêve dibir û bi vê dahata jiyana xwe dabîn dikir. Di 8’ê Kanuna sala 1996’an de dema ku li marketê dixebitî ji aliyê 3 polîsên bi cil û bergên sivil li ber piştî ku gotina ‘îfadeya te heye’ wê li seyareya bi pilaqa û marqa SV 545 Reno Stejin hatibû siwarkirin. Ji wê rojê heta niha tu xeber ji Atilla Korkmaz nehatiye girtin.

Hat infazkirin

Li gor şahidên roja bûyerê Atîlla Korkmaz ê çûbû banka dema ku vegeriya ji aliyê gelek kesan ve dihat şopandin. Piştî ku çû marketê hate girtin. Hevjîna Atilla Korkmaz, Rasîme Korkmaz serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dide, lê belê endamên malbatê tû encamekê nagrin.

Di 2’ê çileya 1997’an de Midûriyeta Polîsan ya Amedê li malbata Atîlla Korkmaz digerin û dibêjin 2 cenaze li goristana bêkesan ya Semsûrê hatine vêşartin. Malbat diçe Semsûrê û apê Atîlla Korkmaz, Azmî Korkmaz cenazeyê biraziyê xwe teşhîş dike. Hat tespîtkirin ku yê ku bi Atîlla Korkmaz re hatibû qetilkirin jî Mahmûd Onerari yê ku li navçeya Lîcê ya Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û tu agahî jê nehatibû girtin bû. Hat zanîn ku Atîlla Korkmaz û Mahmûd Onerari piştî ku hatine binçavkirin ji aliyê polîsan ve bi guleyan hatine qetilkirin.

Di çalakiyê de xwestin hemû berpirsên qetilkirina Atilla Korkmaz werin eşkerekirin û ji bo hemû ew qurbaniyê cinayetên kiryarên ne diyar deqeyek çalakiya runiştinê hate li darxistin.