Xizmên Windayan vê heftê aqubeta du birayan Emîn û Mehmet pirsîn

Xizmên Windayan Vê hefteyê li aqûbeta Emîn û Mehmet Findik ên birayê hev ku di 31’ê kanûna 1995’an de elok birin Miduriyeta Polîsan a Silopiya û carek din agahî ji wan nehat girtin û Omer Kartal ê hat windakirin hat pirsîn.

Amed - Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” di hefteya 647’emîn de çalakiya heftane bi rêya online li dar xistin. Vê hefteyê li aqûbeta Emîn û Mehmet Findik ên birayê hev ku di 31’ê kanûna 1995’an de elok birin Miduriyeta Polîsan a Silopiya û carek din agahî ji wan nehat girtin û Omer Kartal ê hat windakirin hat pirsîn. Endama Rêveberiya ÎHD’ê Buşra Eylul Ozgultekîn çîroka windakirina her sê windayan kir. 
Buşra destnîşan kir ku Miduriyeta Polîsan li Mehmet û Emîn Findik ên birayê hev û xizmê wan Omer Kartal ji bo sersalê elok ji wan xwestiye û piştî ew çûne miduriyetê carek din ji wir bi saxî derneketine. Buşra diyar kir ku xizmên wan li wan dipirsin lê ji aliyê Miduriyeta Polîsan ve tên astengkirin û şahidên buyerê dibêjin ku sercerdevan Çetîn Uçar û birayê xwe Tahîr Uçar û du kesên li gel wan di wê kêliya bûyerê de bi awayek panik ji Miduriyeta Polîsan derketine û ketine dikanek nêz. 
Buşra, got ku xizmên windayan otomobîla aydê Mehmet û Emîn Findik li Silopiya li kuçeyekê dibînin. Buşra bilê kirk u tevî hemû serlêdan û hewdanên malbatan jî tu encamek nehat wergirtin. Buşra anî ziman ku ew ê dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo windayan bernedin.