Ji xwendekarên Îranê tifaq

Komek xwendekarên li herêmên cuda yên Îranê, li dijî zexta faşîst û olî bûn yek û ragihandin ku wan tifaqeke xwe dispêre mîrasa dîrokî ya tevgerên xwendekar û feraseta rexnegir ava kirine.

Navenda Nûçeyan – Komek xwendekarên li herêmên cuda yên Îranê, daxuyanî dan û diyar kirin ku di vê dema dîrokî û krîtîk de bûne yek û tifaqeke ku xwe dispêre mîrasa dîrokî ya tevgerên xwendekaran û feraseta rexnegir ava kirine. Xwendekaran zanîngeh weke ‘Keleha azadiyê’ bi nav kirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê xwendekarên zanîngeha Îranê ve hat weşandin de ev tişt hat gotin: “Gelê Îranê yê cesûr, ji bo bi temamî rejîma faşît û zextê ya olî hilweşîne, dema hûn rabûn ser lingan, em jî di vê kêliya dîrokî û krîtîk de hebûna xwe îlan dikin. Îro dîwarên zextên olî qelişîn, xetera ku zext bi awayekî din dîsa çêbibin, me ber bi hatina ba hev a xwe dispêre mîrasa dîrokî ya tevgerên xwendekar û feraseta rexnegir ve dehf dan.”

Prensîbên tifaqa xwendekaran

Xwendekaran diyar kirin ku ew tiştên di xwepêşandanên meha Çileyê de qewimîne ji bîr nakin û prensîbên tifaqê û bingehên fikir wiha rêz kirin:

“Li dijî paşverûtiyê em diyar dikin ku bi sekna zelal; em li hemberî Şah û Şahan serî natewînin. Şoreşa gelê Îranê, rêwîtiya azadî, wekhevî û demokratîk a laîk e. Hewldanên dubarekirina dîrokê û avakirina nû ya rejîma qraliyetê, îxaneta li dijî rêgeza azadiyê ye. Em radestî rêgezên ‘xirab û xirabtir’ nabin. Tercîha me rêveberiya gel e.

*Li dijî faşîzm û totalîteriyê; tevgera me bi eşkere nîşan dide ku dirûşma ‘yek, welat, yek al, yek lîder’ ji serdema tarî ya Elmanyayê ya dema Nazî maye. Em bi bîr dixin ku tu eleqeya vê yekê bi demokrasiyê re nîn e. Ev tevgera ku daxwaza text dike û bi dirûşmên tunekirin û mirinê tê bibîranîn, balê dikşîne ser ên wek wî ne faşîst bitepisîne û daxwaze azadiya tevgera azadiyê asteng bike. Ev kesên ku siyasetê bi gef û tirsê qirêj kirin, ji bo pêşeroja Îranê xeteriyek mezin in. Em destûr nadin cudakariya di nava Kurd, Tirk, Belûc û yên din û wek cuda nîşan bidin û bi zexta leşkerî hakîmiyeta Îranê ji nû ve pêk bînin.

*Zanîngeh; keleha azadiyê ne, ne spartgeha kesî ne, zanîgeh cihê pirrengiyê ne. Em hemû hewldanên dirûşemên bi zorê bi xwendekaran didin ferzkirin red dikin. Xwendekar ne amûrên propagandeya tu dîktatoran in. Hewldanên bikaranîna xwîna xwendekarên şahîd û li dijî malbatan bi karanîn, heqareta li dijî qada zanist û têkoşînê ye.

*Bi feraseta piralî û kolektîf; em tifaqa ku xwe dispêre ‘aqilê kolektîf’, ne ‘kesî’ diparêzin. Armanca me ne destekkirina kesek e, bihêzkirina civaka sivîl e.

*Banga ji bo yekîtiyê; em hemû xwendekarên alîgirên azadiyê, laîk, çepgir, welatparêz, demokrat û hemû kesên dilsozên azadiya Îranê ne vedixwînin ku beşdarî vê tifaqê bibin.”

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Yekîtiya me ya bi hişmendî, li dijî zexta heyî û kemîna zordestiyê, dîwareke ku nayê derbaskirin e. Werin wekî dengê rast ê Îranê, ji bo pêşerojeke nû, demokratîk, em dengê xwe bilind bikin.”