Xizmên Windayan: Faîlên Şîrîn Bayram eşkere bikin

ÎHD'ê û xizmên windayan, aqûbeta Mehmet Şirîn Bayram ku di Mijdara 1996'an de dema li malek mêvan bû hat binçavkirin û ji wê demê ve agahî jê nehatiye girtin pirsîn.

Amed – Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 873'emîn a çalakiya xwe de li ber bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluya Rezanê kom bûn. Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta Mehmet Şirîn Bayram ku di Mijdara 1996'an de dema li malek mêvan bû hat binçavkirin û ji wê demê ve agahî jê re nehatiye girtin hat pirsîn.

Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin, ewilî endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz bi bîr xist ku komar ketiye sala 102'emîn, heta niha gel bi polîtîkayên bêbîrhiştin û tunekirinê re rûbirû mane. Firat Akdenîz xwest di vê sedsalê de hevrûbûn çêbibe, gora windayan were dîtin û riya aştiyê di Qada Galatasaray û Koşuyoluyê re derbas dibe. Piştre hevseroka giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn axivî û diyar kir ku dê têkoşîna xwe ya dîtina windayan bidomînin.

‘Divê dewlet û mekanîzmayên wê yên pêwendîdar berpirsyariyên xwe pêk bînin’

Birayê Mehmet Şirîn Bayram ê ku di dema binçavkirinê de hatibû windakirin Helîm Bayram, bang li rayedaran kir ku wezîfeya xwe bi cih bînin. Helîm Bayram wiha got: "Me her dem bi bîr xist ku dewlet û mekanîzmayên wê yên pêwendîdar berpirsyariyên xwe yên ji bo derxistina qanûnê bi lez û bez ji bo darizandina sûcdaran pêk bîne."

Endama Lijneya Rêveberiyê ya ÎHD'ê Berfîn Elçîn çîroka windakirina Mehmet Şîrîn Bayram vegot.

Piştî daxuyaniyê deqeyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi dawî bû.