Xizmên Windayan: Ev 25 sale Mehmet Mungan li kuye?
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li Amedê vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Mungan ku li Silopya di sala 1998’an de hatî binçavkirin û êdî tu xeberek der barê de nehatî zanîn pirsin.
Amed- Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 736’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû li dar xist. Wêneyên windayan hatin hildan û pankarta wêneyên windayan li serê li erdê hat raxistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Mungan ku di sala 1998’an de li Silopyayê hat windakirin û piştre tu agahî jê nehat girtin pirsîn.
‘Ji mal derket êdî nevegeriya’
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz di çalakiya vê heftiyê de axivî û got: “Malbata Mungan heta sala 1990’an li Mezraya Ceylan ya Yenîkoya girêdayî Silopya jiyan dikir. Di dema ku li herêmê pevçûn destpê kirin, ji ber zextên hêzên ewlehiyê malbata Mungal neçar man ku gundê lê jiyan dikin vala bikin û biçin gundê Xezayê. Munuganê 27 salî ku şofêrtiya tirê dikir di 18’ê Adara 1998’an de ji bo barkirina tiştên ku wê bibin Iraqê diçe Silopiyayê. Ber êvarê diçe malê xalê xwe yê li Silopya û ji bo bikeve rê hinek pere digre û derdikeve. Piştî ku ji mala xalê xwe derket êdî tû xeberek jê nehat girtin.”
‘Di dozê de tu pêşketin nehat qeyd kirin’
Malbata Mungan piştî wê rojekê ku agahî jê nagirin serî li emniyetê û maqamên eskerî didin. Pişti serlêdanê ji bo îfade bide gazî malbatê tê kirin. Lê tu agahî nadin malbatê. Pişti dozên ku sala 2009’an de bi navê ‘Ergenekonê’ dest pê dikin, malbata Mungan serî li Baroya Şirnaxê dide û ji ber şika ku leşkerên ji ‘Ergenekonê’ tên darizandin berpirsê windabûna Mungan bin. Zeydin Mungun di 26’ê Çileya 2009’an de di îfadeya ku dayî de bûyer vegot û xwest kiryar werin ditîn. Di sala 2011’an de dîsa bi rêya parêzeran hewl didin doz vekin lê di dosyayê de pêşketin nehatiye qeyd kirin.
‘Hemû lêgerîn bê encam mane’
Mehmet Mungan ji 18’ê Adara sala 1998’an ve winda ye. Hemû lêgerînên ku hatine kirin, hemû bê ecam mane. Di hemû hewildanê malbatê yên hiqûqî de tu pêşketin çênebû. Munganê 27 salî ji wê dîrokê heta niha windaye.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.