Xizmên windayan di hefteya 739'an de jî daxwaza edaletê kirin
Xizmên windayan di hefteya 739'an a çalakiya xwe de xwestin berpirsyarên qetilkirina Necatî Aydin bên eşkerekirin û daxwaza xwe ya edaletê careke din anîn ziman.
Amed – Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan çalakiya 739’emîn a “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” li dar xistin. Xizmên windayan li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluya navçeya Rezana Amedê li hev civiyan, parkarta wêneyên windayan vekirin. Xizmên windayan çîroka Necatî Aydin ê yek ji damezrînerên TUM SAGLIK-SEN'ê ye û di 4'ê Nîsana 1994'an de derxistin Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) û piştî ku hat berdan, hat revandin û qetilkirin parve kirin.
Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytûn ku di çalakiyê de axivî, bal kişand ser polîtîkaya bêcezatiyê ya li ser kuştinên kiryar nediyar û windayan. Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) Şaxa Amedê Şiyar Guldîken jî çîroka Necatî Aydin xwend.
Necatî Aydin ê ku di nav damezrînerên TUM SAGLIK-SEN'ê de cih digre, di heman demê de yekemîn car Serokatiyê Şaxa Amedê Saglik-Sen'ê jî kir. Necatî Aydin ku di têkoşîna civakî de keda wî heye, ji ber nasnameya xwe ya sendîkayî gelek caran hat binçavkirin û rastî îşkenceyê hat. Di sala 1993’an de sirgûnî Çorumê hat kirin.
Di 27'ê Adara 1994'an de Necatî Aydin û hevjîna wî ku li Amedê li mala xizmekî xwe bûn mêvan lê di encama serdegirtina malê de bi xwediyên malê û zarokek 5 salî ya li malê jî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. 4 roj piştî bûyerê hevjîna Necatî Aydin û kesên bi wê re hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Cenazeyê wî di nava zeviyek de dîtin
Necatî Aydin 4’ê Nîsana 1994’an serê sibê sewqî Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) hat kirin. Tevî ku serbest hat berdan jî malbat û xizmên wî yên ku wê rojê bi saetan li edliyeyê sekinîn jî Necatî Aydin ji edliyeyê derneket. Piştî wê rojê careke din ji Necatî Aydin agahî nehat girtin. Çend roj paşê cenazeyê Necatî Aydin di 9'ê Nîsana 1994'an de li ser riya Farqînê li nêzî qereqola leşkeran a Kagitliyê di nava zeviyê de bi 2 cenazeyên din re hat dîtin. Li ser cenazeyê Necatî Aydin şopên îşkenceyê hebûn û hat tesbîtkirin ku ji paş stuyê xwe bi yek guleyek hatiye qetilkirin.
Xizmên windayan piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê li dar xistin û dûre belav bûn.