Rojnameger Sema Korkmaz û ciwanên HDP'yî serbest hatin berdan
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û xebatkara Kovara Modernîteya Demokratîk Sema Korkmaz a ku ji 3’ê Nîsanê û vir ve li Stenbolê di bin çavan de bûn, di nav de 15 kes serbest hatin berdan, 1 kes jî hat girtin.
Stenbol- Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û xebatkara Kovara Modernîteya Demokratîk Sema Korkmaz jî di nav de 18 kes di 3'ê Nîsanê de ji aliyê polîsan ve li malên xwe hatin binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat kirin de doh xebatên îfadeyê yên 18 kesên ku 4 rojan li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê hatibûn binçavkirin temam bû.
Kesek hatiye girtin
18 kesên ku bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" hatin sûcdarkirin, li ser daxuyaniyên çapemeniyê, parvekirinên medyaya dijîtal û kasetên telefonê yên beşdarî Tûrnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut a ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ve hat organîzekirin û çalakiya pîknîkê ya ku tevlî bûn, hatin binçavkirin.
6 kesên ku piştî îfadeyên li emniyetê sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin ji bo îfadeyê bidin dozgeriyê serbest hatin berdan. Her du kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 8 kesên ku di nav de Sema Korkmaz jî heye, ji bo girtinê sewqî Edliyeya Cezaya Sulhê hatin kirin. Sema Korkmaz a ku sewqî edliyeyê hat kirin û 6 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, kesek jî bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" hat girtin.