Xizmên Windayan çîroka jiyana du xwişkan vegotin
Di çalakiya vê heftê de Xizmên Windayan çîroka xwişkên Mumîne û Tayyîbe Sîncar ên sala 1994’an ji aliyê leşkeran ve di serdegirtina malê de hatibûn qetilkirin vegotin.
Amed - Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan çalakiya 637 a bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û berpirs bên darezandin" li ser tevna dijîtal daxuyaniyek dan. Di çalakiyê de serpêhatiya xwişkên bi navê Mumîne ya 17 û Tayyîbe Sîncar a 23 salî ên dema leşkerên tirkan ser gundê wan de girtî hatibûn qetilkirin vegotin. 27’ê Hezîrana 1994’an dema leşkerên tirkan li ser maleke li gundê Guzelagaç ê navçeya Mehsert a Mêrdînê de girtin, di serdegirtinê de her du xwişk hatibûn qetilkirin.
Alîkara Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Rahşan Bataray Saman gotinên dayika Turkiye Sîncar a 15’ê tebaxa 1994’an ji rojnameya Ozgur Ulke re vegotibû, anî ziman. Rahşan, diyar kir ku di serdegirtinê de raste rast Tayyîbe Sîncar hatiye kirin, tevgerên tîmên taybet ên li ser ban hatibûn bicihkirin çek li Tayyîbe rast kirin û got: “Wê demê xwişka wê Mumîne xwe bi ser xwişka xwe de digire. Polîsên tîmên taybet gule li wan direşîne û her du xwişkan jî qetil dike. Piştî bûyerê leşker dixwazin bên cenaze bigirin, lê malbat û gundiyan rê neda vê. Piştre jî malbatê daxwaz kir ku dozgerek bê herêmê lêkolîn bike. Ji navçeya Mehsertê dozger tê û li taxê lêkolînê dike û raporê amade dike. Di raporê de 36 qalikên çeka M-16 hatibûn komkirin tê bicihkirin. Tevî hemû israrên malbatê dozger rapora otopsiyên nake.”
Rahşan, destnîşan kir bûyer weke kuştinên kiryarên nediyar derbasî qeydan bûn, heta ku polîtîkayên bêcezatiyê bidawî nebe, wê têkoşîna wan bidome.