Hozan mizgîn li Qamişlo hat bibîr anîn
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk ya Mezopotamya û Hîlala Zêrîn li Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 33’yemîn salvegera hunermend û pêşenga têkoşîna jinên Kurd Hozan Mizgîn bi bîr anîn.

Qamişlo – Tevgera Çand û Huner û Hîlala Zêrîn yên bajarê Qamişlo, bi boneya salvegera 33’emîn a Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) çalakiyek bîranînê li dar xist. Çalakî bi dirûşmeya “Em ê bi rihê 11’ê Gulanê û hunera şoreşgerî civaka demokratîk ava bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” û bi tevlîbûna endamên Tevgera Çand û Huner û endamên Hîlala zêrîn li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner hat lidarxistin.
‘Li gor projeya Rêbertî em ê çand û Hunerê bidin meşandin’
Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Hîlala Zêrîn Şêrîn Efrîn têkildarî çalakiyê axifî û got: “ di kesayeta Şehîd Mizgîn de hemû hevalên ku di xebata çand û hunerê de û tevgera azadiyê de şehîd ketine em wan bi bîr tînin. Şopandina wan hevalên şehîd ne hêsane dema ku mirov riya wan bişopîne pêwîste bi fikrekî azad bişopîne û bi rihekî şoreşgerî tev bigere. Bi saya heval Mizgîn em dikarin bêjin hunera şoreşgerî di dinyayê de dide naskirin, dema ku mirov guhdarê dengê heval mizgîn dike diçe çiya, dibe kesayetekî ku tu caran kapîtalîzim nikare bandorê kesayeta wê bike. Heval mizgîn hevala hevalê xwe bû ew kesayeteke ne tenê hunermend bû, bixwe fermandar û şoreşger bû rihê şoreşê dida derdora xwe. Şoreşa ku heval mizgîn bi me dida naskirin em ê wê naskirinê hemî esas bigrin, projeya ku Rêbertî ji me re rêkiriye em ê li gor wê jî çand û hunerê bidin meşandin.”
Paşê sînevîzyon hat temaşekirin û Koma Botan, Koma Cudî û Koma Hêva sitranên xwe pêşkêş kirin.
Çalakî bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.