Xizmên windayan aqubeta Hasan, Abdullillah û Alî pirsîn

Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya heftiya 834’emîn de xwestin faîlên Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de hatî girtin, dibin çavan de bi îşkencê qetilkirin û cenazê wî li goristana bêkesan hatî dîtin bên darezandin. Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 632’yan de aqûbeta Mehmet Abdullîllah û Alî Osman Heycan ên birayê hev ji sala 1995’an ve winda ne pirsîn.

Navenda Nûçeyan - Dayikên Şemiyê, bi armanca pirsa aqûbeta xizmên xwe yên dibin çavan de hatine windakirin bikin û bi daxwaza faîlên wan bên cezakirin, çalakiya xwe ya heftiya 834’emîn bi onlînê li dar xistin. Di çalakiyê de, pirsa faîlên Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de, di dema ji kargeha xwe ya li Avcilarê diçû malê hat binçavkirin û piştî 58 rojan cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Ataşehîrê hatibû didin, hat kirin. 
“Me ji dozgeriyê pirsî”
Xwişka Ocaka Aysel Ocak daxuyaniya vê heftê da û wiha behsa serpêhatiya birayê xwe kir: “Birayê min bi kesayeta xwe ya sosyalîst dihat naskirin. Lê bendêbû ku ji bo mamostatiyê bê tayînkirin. Di vê navberê de, li Beyazîtê kargeriya çayxaneyekê dikir. Birayê min di 21’ê Adara 1995’an de, piştî kar dema diçe malê di rê de winda dibe û dûre me bi tu awayî agahî jê negirt.”
Aysel Ocak, diyar kir ku ji bo aqûbeta birayê xwe hîn bibin serî li dozgeriyê dan û wiha axivî: “Me di heman demê de serî li gelek sazî û dezgehan da. Wê demê ji me re gotin Hasan Ocak ne dibin çavan de ye û weke sûcdar lê nayê gerandin. Lê du kesên ku birayên min nas dikirin, gotin ku wan Hasan Ocak li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê dibin çavan de dîtine. Her du kesan jî gotin, wan navê Hasan Ocak di lîsteya şopa tiliyê ya Miduriyeta Polîsan de, dîtine. Şahidekê din ê ji ber Newrozê hatibû binçavkirin jî, da zanîn ku dema li şaxa polîsan bû liv û tevgerek çêbû û polîsan di nava xwe de gotin wan ‘Hasan Ocak anîn.’”
“Me cenazê Hasan ji goristana bêkesan girt”
Aysel, dest nîşan kir ku cenazeyê birayê wê piştî 58 rojan li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê bi awayekê “kesê nenas” dîtin û wiha pê de çû: “Tu cih nema ku em neçûnê. Lê ligel vê jî, tu saziyekê agahî nedan me. Dûre di raporên fermî yên birayê min de, hat gotin ku di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest daye.” 
Xwişka Hasan Ocak Aysel Ocak, bi bîr xist ku 26 salin wan dev ji pirsîna aqûbeta birayê xwe bernedane û ev peyam da: “Divê delîlên derbarê bûyerê yên di dosyeya Hasan Ocak de bilez bên komkirin. Pêwîste şahid bên guhdarkirin. Çend sal derbas dibin, bila bibin emê tu carî dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Hasan Ocak û hemû windahiyên xwe bernedin. Em ê dev ji qada Galatasarayê ya ku 135 heftene, li me hatiye qedexekirin bernedin.”
Amed
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 632’yan de çalakiya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li ser hesabê medya civakî li dar xist. Vê hefteyê li aqûbeta li aqûbeta Mehmet Abdullîllah û Alî Osman Heycan ên birayê hev ji sala 1995’an ve winda ne pirsîn. Serpêhatiya windakirina herdu birayan ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Ercan Yilmaz ve hat xwendin. Ercan Yilmaz di destpêkê de Cejna Newrozê pîroz kir û xwest ev Newroz bibe hêviya aştî û dostaniyê.
Mehmet Abdulîllah û Alî Osman 26 salin winda
Ercan Yilmaz anî ziman ku Mehmet Abdulîllah û Alî Osman Heyecan ên birayê hev li Cizîrê ji bo kar bibînin tengasî dikişandin, ji bo kar bibînin diçûn û Herêma Kudistanê û dihatin û wiha dom kir: “Herdu bira ji bo bixebitin di bihara 1995’an de çûne Herêma Kurdistanê û dema ji kar vegeriyan e û li bavê xwe Halîl Heyecan ê li Îzmîrê dijiya geriyane û gotine di Deriyê Sînor de li ser wan lêgerîn pêk anîne û pişt re derbasî aliyê bakur bûne. Ev hevdîtina telefonê ya di navber bav û lawên wî de ya dawî bû û piştî wê axaftinê ji wê rojê ve agahî ji Mehmet Abdulîllah û Alî Osman Heyecan nayê girtin. Tevî hewldanan jî herdu bira 26 sal in winda ne û agahî ji rewşa wan nayê girtin.” Ercan Yilmaz xwest winda bên dîtin û faîl werin darizandin.