Xizmên wendahiyan aqûbeta Îbrahîm Karatay pirsîn

ÎHD'ê û xizmên wendayan di hefteya 757'an der barê Îbrahîm Kartay ê ku di 15'ê Tebaxa 1994'an de hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê û xizmên windayan çalakiya 757’emîn a “Bila Winda bên Windakirin, Kiryar bên darizandin” li dar xist.

Girse li ber abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê li hev civiya û pankarta wêneyên kesên hatin qetilkirin û windakirin vekirin. Di çalakiyê de destpêkê Nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Mehmet Tahîr Saçakli axivî û diyar kir ku wan vê hefteyê ji bo Îbrahîm Kartay hevdîtin pêk anîn û edalet xwestin.

Endamê Lijneya Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz çîroka Îbrahîm Karatay ê di 15'ê Tebaxa 1994'an de hat binçavkirin û agahî jê nehat girtin xwend.

Di serdegirtinê de gund hate binçavkirin

Îbrahîm Karatay li gundê Gomeç ê navçeya Hêne ya Amedê cotkar bû. Di 15'ê Tebaxa 1994'an de leşkeran bi ser gund de girt. Gundî li qadê kom bûn û hat xwestin ku gund vala bikin. Beriya ku gundî kel û pelên xwe bigirin mal hatin şewitandin. Ji hevjîna Îbrahîm Karatay Salîme Çakir hat gotin ku hevhînê wê hatiye binçavkirin. Salîme Çakir a ku bi zarokên xwe re xwe sipartibû gundê cîranê, bi xezûrê xwe re çû Hênê û piştî 10 rojan bi hêviya ku ji hevjînê xwe bibine serî li Serdozgeriya Komarê da. Lêbelê, vê sepanê tu encam negirt. Midûriyeta Polîsan jî agahiyên der barê binçavkirinê red kir. 

Serlêdan têk çûn

Tevî şahidên binçavkirina Îbrahîm Karatay jî hemû serlêdanên malbatê bê encam man. Îbrahîm Kartay ku di dema binçavkirin û girtinê de ji aliyê gel ve dihat dîtin jî, binçavkirina wî hat redkirin, careke din agahî jê nayê girtin.

Xizmên wendahiyan careke din aqûbeta Îbrahîm Karatay a di salvegera xwe ya 28'an hat binçavkirin pirsîn û xwestin hemû berpirsyar bên eşkerekirin û darizandin. Xizmên wendahiyan ji bo Îbrahîm Kartay û hemû wendahiyan deqeyekê çalakiya rûniştinê pêk anîn.