Feleknaz Uca: Divê hemû hevkarên DAIŞ'ê werin dadgehkirin

Di panela dûem ya konfaransê de behsa têkoşîna jinan ya bi saya jinan rêyên çareseriyê ji bo rewşa Kurd û komkujiyan pêşdixin hate kirin. Feleknaz Uca a ku di konferansê de axivî got:Îro ji derveyî  çeteyên DAIŞ divê hemû hevkarên wan werin dadgehkirin.

Silêmanî- Bi panela dûem konfaransa ‘Jinên ji bawerî û pêkhateyên cûda’ bi boneya salvegera komkujiya Şengal li bajarê Silêmanî destpê kir berdewam dike.

Panela dûem bi navnîşana ‘‘Jin wê çawa xwe ji nû ve ava bikin, erka jinan di parastin û bingeh danîna sistemek demokratîk de çiye, pêşengtî û têkoşîna navnetewî, di sedsala Peymana Lozanê de rewşa siyasî, jinan, erk û berpirsyartiyên heyî.” Ji aliyê nûnerê Zerdeştiya Awat Hîsamedîn ve hate rêveberin jî endama Yekîneyên Jinên Şengalê Vejîn Şengalî, Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murat û parlamentera berê ya HDP’ê Feleknas Uca mijarên taybet peşkeş kirin.

Vejîn Şengalê di panele de axivî û wiha got: “DAIŞ’ê êrîşî se rjinan ki rû komkojî pêkanî. Lê belê em Êzidî bi fikir û felsefeya Rêber Apo me xwe rêxistin kiriye û me Rêxsitian YBŞ, YJŞ û YPJ û rêxsitinên din ji nebûnê ava kir. di sala 2014’an de 12 Hezar Pêşmergeyên PDK’ê û bi hezaran leşkerên Iraqê li Şengalê bûn herêm bi cih hêlan. Lê belê bi felsefeya Rêber Apo em fêrbûn ku divê gelê Êzidî bi xwe parastina xwe bikin. Em jî weke YJŞ sozê didin her jinek Êzidî yan jî cûda be, li her cihekê be emê bi hawara wan de biçin û rizgar bikin.”

‘Têkoşîna jinan li dijî komkujiyê serîhilda’

Hevseroka Kongreya Netewî a Kurdistanê KNK Zeyneb Murad wiha got: “Stratejiya tunekirina Kurdan ev sed sale berdewam dike. Çend herêmên Kurdistanê wêran bûye û gund hatin şewitandin. Hewlek zêde heye bi rêya jinan nasnameya acivakan tune bike. Ev jî gelek belgeyên wê heye. Bi sedan komkujî hatin pêkanîn. Weke Dêrsîm li Bakûrê Kurdistan, komkujiya Qamışlo li Rojavayê Kurdistanê, Enfal li Başûrê Kurdistanû komkujiya Serdeşt û Rezaşa li Rojhilatê Kurdistan mînake û heta niha komkujiya beramberî Kurdan berdewam dike. Ji derveyî komkujiya fizîkî, komkujiya nasnameya û ferhengê û hebûnê pêktînin. Girtina birêz Abdullah Ocalan beşek ji berdewamiya vê komkujiya li beramberî gelê Kurd e.”

Zeyneb Muradî behsa komkujiya ev sed sale li beramberî jina berdewam dike kir û got: “Jin ji dîrokê ve têkoşîn kiriye, ji ber hertim mêrên desthilatdar komkujî li beramberî jinê pêkaniye, bi taybet ew jinên ku li ser xaka xwe têkoşînê ji bo hebûna xwe dikin. Êrîşên li beramberî jinan berdewam dike. ji ber vê jî helwesta jinan ya li beramberî siyaseta Lozanê û komkojî û çewisandin û êrîşên dewlet-netew-mêr xebatên xwe berdewam dikin. Ev jî wek mînak jinên Kurd xwe rêxistin kirin derdikeve ku li hemû derê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ xwedî çareseriya rewşa Kurd û komkujiyan.”

‘Ragihandina Azad dengê Şengalê gihand cîhanê’

  Endama parlementera Partiya Demoqratîk a Gelan HDP Feleknas Uca wiha got: “Heta niha 74 ferman li beramberî gelê Êzidî pêkhatiye, lê belê fermana 3’ê Tebaxê li ber çavê hemû cîhanê pêkhat. Ragihandina azad karî hemû rastiyê bide nîşanî cîhanê û êşên gelê Êzidî bi cîhanê bide naskirin. Beriya Komkujiya 3’ê Tebaxê tu kesê gelê Êzidî û Şengal nas nedikir. Lê belê dema ku komkujî li beramberî gelê Êzidî pêkhat, Êzidi li beramberî vê komkujiyê têkoşîn kir, vê yekê wisa kir ku hemû cîhan gelê Êzidî û baweriya Êzidî nas bike. Xweziya zimanê çiyayê Şengalê hebûya daku behsa komkujiya 74’an ya li ser Êzidiyan bikira, ka çawa li beramberî êrîşên DAIŞ’ê ciwanên Êzidî berxwedan û têkoşîn kir.”

Feleknas Uca destnîşan kir ku heta niha komkujiya Şengalê nehatiye nasîn û wiha got: “dema ku em behsa komkujiyan dikin divê em êşên xwe bibinin. Di dema komkujiya li ser Şengalê li Bakûrê Kurdistanê û derveyî welat me çalakî lidarxist û me piştgiriya berxwedana civaka Êzidî kir. Îro ji derveyî  çeteyên DAIŞ divê hemû hevkarên wan werin dadgehkirin. Komkujiya beramberî civaka niha jî bi dawî nebûye. Dixwazin di kesayeta jinan de êrîşî ser tevayî civakê bikin. Lê belê jinên Şengalê bi wê têkoşîna ku kirine diyar kir ku dîroka xwe diparêzin û ji neslên nû re vedibêjin. Ji ber wê divê di asta navdewletî de xwedî li gelê Êzidî derbikevin.”

Konfarans bi goftogiyan berdewam dike. Tê payîn di dawiya Konfaransê de encamnameya Konfaransê bi daxuyaniya çapemeniyê  eşkere bikin.