Xizmên girtiyan ji cihe nobetê banga edaletê kirin

Malbatên Xizmên girtiyan û yên înfazên wan hatine şewitandin xwestîn girtiyên wan werin berdan û sozên ku hatine dayîn bi cih bînin.

Amed- Çalakiya xizmên girtiyan di roja 387’an de berdewam dike didome. Ji bo piştgiryê Federasyona Komeleya Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78'an, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan, endamên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê beşdar  bûn. Malbatan xwestin girtiyên wan ên nexweş û yên ku înfazên wan hatine şewitandin werin berdan, ji nobeta edaletê ya xizmên girtiyan, a li ber deriyê edliyeya Amedê bang li rayedaran hat kirin.

‘Bila sozên ku dane bi cih bînin’

Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada, Reşahat Ada axivî û wiha got: “Di huzura dadgehê de em daxwaz dikin ku zarokên me werin berdan, bila înfazên girtiyan neşewitînin. Di çarçoveya heq, qanun û edaletê de tevger bikin. Bila bi destên kelepçekirî zarokên me nebin nexweşxaneyê. Zarokên me dema destên wan kelepçekirî bin dê bijîjk çawa tedawiya wan bike? Daxwaza me ew e ku zext û zordarî li ser girtîgehan neyê meşandin. Em ê li zarokên xwe xwedî derbikevin. Bila sozên ku dane me bi cih bînin.” Reşahat Ada bang li hemû partiyên siyasî û gelan kir ku piştgiriyê bidin çalakiya wan û got: “Li vî welatî edalet tune ye, qanun nîn e. Em wekhevî, aştî û azadiyê dixwazin. Wê ev zilm û şer heta ku derê bidome?

Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ û ‘heq, hiqûq, edalet’ bi dawî bû.