Xêzeromana li ser jiyana Abdullah Ocalan li Berlînê hat danasîn

Bi boneya 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xêzeromana bi navê “Dê azadî bi ser bikeve” li Berlînê bi çalakiyek hat nasandin. Di çalakiyê de daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Xêzeromana ‘Freedom shall prevaîl (Azadî wê bi ser bikeve) ku ji aliyê Sean Mîchael Wîlson ve hatiye nivîsandin û ji aliyê Keko ve hatiye xêzkirin, li Berlînê hat nasandin. Di xêzeromanê de qala zarokatî û ciwantiya Abdullah Ocalan, rojên Îmraliyê û konfederalîzma demokratîk, fikrên Rêberê PKK’ê yên têkildarî azadiya jinê tê kirin. Xêzeroman, di rojbûna 75’an a Abdullah Ocalan de hat nasandin. Nivîskar Sean Mîchael Wîlson, ji Nûneriya Ewropayê Sinn Martîna Anderson, ji nûneriya çapxaneya Unrast Jorn Essîg-Gûtschmîdt, ji weşanên PM Press/Kaîros Andrej Grûbacic, ji Însiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Navneteweyî Reîmar Heîder, siyasetmedarên Kurd Hatîp Dîcle, Dîlek Ocalan û ji weşanên Meyman Hasan Kanîreş weke axaftvan beşdarî merasîmê bûn.

‘Abdullah Ocalan jiyana xwe fedayê vê şoreşê kir’

Merasîmê bi xwepêşandana folklorê dest pê kir. Estella Schmîdt ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikare beşdarî merasîmê bibe, peyamek şand. Moderator wiha got: “Abdullah Ocalan jiyana xwe fedayê vê şoreşê kir. PKK ava kir. Nêrînên Abdullah Ocalan ên têkildarî demokrasiyê, li ser jiyaneke hîn baştir e. Ev merasîm pir girîng e.”

‘Jin, jiyan, azadî fikra wî bû’

Piştre ji Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Navneteweyî Dr. Reîmar Heîder di axaftina xwe ya bi ingilizî de qala zehmetiyên ku di dema amadekirina pirtûkê de çêbûne, kir. Heîder qala girîngiya 4’ê Nîsanê jî kir û ev tişt anî ziman: “Jin, jiyan, azadî fikra wî bû. Fikra wî ji Kurdistanê belavî tevahiya cîhanê bû.”

‘Divê êdî pêngava azadiyê bigihîje serkeftinê û tecrîd bi dawî bibe’

Dr. Reîmar Heîder bal kişand ser nasnameya Estella Schmîdt ku di pêvajoya amadekariya pirtûkê de cih girt û ev tişt diyar kir: “Hê jî ne pirtûk hatibû nivîsîn, ne jî xêzkirin. Lê fikreke me ya ji bo pirtûkê hebû. Estella di ‘85’an de Huseyîn Çelebî dabû nasandin. Di nava şandeya navneteweyî ya destpêkê ya ji bo dîtina Abdullah Ocalan çûyî Lubnanê de, cih girt. Ji bo azadiya Ocalan û kurdan têdikoşe. Weke diyariya rojbûnê ev berhemê ku di destê me de, heye. Pêngava ji Abdullah Ocalan re Azadî ku di Newrozê de derbasî qonaxa duyemîn bû divê bigihîje serkeftinê û êdî tecrîd bi dawî bibe.

‘Di 31’ê Adarê de serkeftineke mezin hat bidestxistin’

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Di 31’ê Adarê de serkeftineke mezin hat bidestxistin. Em her kesê ku ked dane, pîroz dikin. Dewleta tirk ji bo bê statu hiştin û mêtingehkirina Kurdistanê polîtîkayan dimeşîne. Lê dagirkeran nikaribûn serhildana Abdullah Ocalan biçewisînin.

‘Abdullah Ocalan çavkaniya hêviyê ye’

Aktîvîsta polîtîk Estella Schmîdt ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, nekarî beşdarî merasîmê bibe. Schmîdt di peyama xwe de ev tişt got: “Ocalan ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû civakan çavkaniya hêviyê ye.”

Nivîskarê xêzeromana “Dê azadî bi ser bikeve” Sean Mîchael Wîlson hinek beşên pirtûkê xwend.

‘Divê demildest Ocalan azad bibe’

Ji çapxaneya Unrast Jorg Essîg-Gûtschmîdt ku edîsyona Elmanî ya xêzeromana “Dê azadî bi ser bikeve” çap kir jî wiha got: “Azadiya Ocalan ji bo me girîng e. Bi vê wesîleyê ez rojbûna wî ya 75’an pîroz dikim. Divê demildest Ocalan azad bibe.”

‘Mamosteya wî Dayika Uveyş e’

Siyasetmedara Jurd Dîlek Ocalan jî di bernameyê de wiha axivî: “Abdullah Ocalan ji zarokatiya xwe 0dest pê dike û qala rewşa jinan a di nava civakê de dike. Mamostaya wî ya destpêkê Dayika Uveyş e. Her tiştê ji dayika xwe fêr dibe. Çîroka Dayika Uveyş berxwedana jinê ya hezar salî li bîra me tîne.”

‘Ocalan ji bo civakên demokratîk girîng e’

Zanyar Andrej Grûbacic ku edîsyona pirtûkê ya ingilîzî çap kir, ev tişt bilêv kir: “Ji wî re dibêjin terorîst, lê ez bi heyranî dibêjim ku tiştên wî nivîsandî dîrokê nîşanî me dide. Ocalan mudaxileyeke rast li dîrokê dike. Ocalan ji bo civakên demokratîk girîng e, ji bo modernîteya demokratîk girîng e.”

‘Paradîgmaya wî paradîgmaya azadîxwaziya civakê jin û ekolojiyê ye’

Ji Çapxaneya Meymanê Hasan Kanîreş jî wiha got: “Serok Apo digot, parêznameyên min li ku derê bin ez li wir im. Serok Apo qala du civakan dikir; civaka bi dewlet û bêyî dewlet. Paradîgmaya wî paradîgmaya azadîxwaziya civakê, jin û ekolojiyê ye.

‘Fikrên Ocalan li Rojava zindî bûn’

Martîna Anderson ku ji Îrlandayê tevli merasîma danasîna xêzeromana “Dê azadî bi ser bikeve” bû ev tişt anî ziman: “Jiyana wî ji bo me çavkaniya îlhamê ye. Fikrên Ocalan ên têkildarî konfederalîzma demokratîk û azadiya jinan, li Rojava zindî bû.”

Piştî axaftinan, hunermend Rotînda derket ser dikê û stranên xwe got. Merasîm, bi gerandina govendê bi dawî bû.