Xeza 145 roj in di bin êrîşan de ye

Hat ragihandin hejmara kesên di êrişên ku Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê ya dorpeçkirî ku gel birçî dihêle pêktîne de jiyana xwe ji dest dan bû 29 hezar û 954.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê di roja 145’emîn de bênavber didome.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya Xezayê daxuyaniyeke nû da û têkildarî rewşa dawî ya li herêmê agahiyan parve kir. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin di êrîşên Îsraîlê yên ji duh ve li Xezayê sivîlan hedef digre de 76 Filistînî hatin qetilkirin û 110 Filistînî jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve bênavber li dijî Zîvala Xezayê pêktîne jiyana xwe ji dest dane bû 29 hezar û 954 û hejmara birîndaran jî bû 70 hezar û 325.

Li aliyê din di daxuyaniyê de hate dest nîşan kirin ku heta niha jî cenaze di bin kavilan û li kêleka rê de asê mane, lê ji ber astengiyê hêzên Îsraîlê, ekîbên tenduristiyê û erkdarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.