‘Li dijî tundiya li ser jinan pêwistî bi têkoşînek berfirehtir heye’

Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk a bajarê Hesekê, tundiya li dijî 2 jinên ciwan li gundê Til Semin ê bajarê Reqayê bi daxuyaniyek şermezar kir û hat gotin ku ji bo pêşîgirtina van sûcan, pêwistî bi têkoşîneke berfirehtir heye.

Hesekê - Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk a bajarê Hesekê, tundiya li dijî 2 jinên ciwan, li gundê Til Semin ê Reqayê hatibû kirin, bi daxuyaniyek şermezar kir. Daxuyanî bi tevlibûna Kongra Star, sazî û dezgehên jinan li ber navenda Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk a li taxa Mişêrfê hat dayîn û ji aliyê endama meclisê Merwa Ebdo ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dînê Îslamê hemû cureyên tundiya li ser jinan qedexe kiriye û li dijî qetilkirinê ye. Dînê Îslamê banga wekhevî û edaletê dike. Em dibînin bi destpêkirina rêzeçalakiyên 8’ ê Adarê re cureyên tundiyê yên li dijî jinan zêde bûn. Ji bo ku jin negihîjin armanc û doza xwe, li dijî îradeya wan planên qirêj tên meşandin.

‘Pêwist e jin asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin’

Em weke Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk, dengê xwe tevli dengê rêxistinên jinan ên li dijî tundiyê dixebitin dikin. Sûcê tundiyê yê li dijî du jinên ciwan li Til Semîn ê Reqayê hatiye kirin bêexlaqî ye û tundiya li dijî jinan li dijî pîvanên mirovahî û ol û baweriyê ye. Em bang li sazî û rêxistinên jinan dikin ku li dijî cureyên tundiya li ser jinan têbikoşin û bertekên xwe nîşan bidin. Ji ber ku bûyerên bi vî rengî ji ber hişmendiyê çêdibin divê em bi hev re asta perwerdeyê bilind bikin. Ji bo em bikaribin pêşiya van sûcan bigrin, pêwist e em asta têkoşîn û berxwedaniyê bilind bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Na ji tundî û qetilkirinê” re bi dawî bû.