Xewna 600 rojî ya Parlamenterên jin ên Kurdistanê

Li seranserê cîhanê jin hewl didin nûnertiya xwe zêde bikin, li Herêma Kurdistanê jî parlamenterên jin ên dema 6’em zêdetirî 600 roj in li benda rûniştina yekemîn a parlamenê ne.

HÊVÎ SELAH

 Silêmanî –  Her sal di 30’ê Hezîranê de li ser asta cîhanê “Roja Cîhanê ya Parlamenteriyê” tê pîrozkirin. Ev roj hevdem e bi salvegera damezrandina Yekîtiya Parlamenên Cîhanê (IPU) a di sala 1889’an de. Ev bîranîn derfetek ji bo nirxandina pergala parlamenî û ronîkirina ser rola girîng a parlamenan di parastina mafên gel û çandina bingeha demokrasiyê de ye.

Parlamena Kurdistanê di demek ku pêşwaziya vê rojê dike ku qonaxeke dijwar a xetimandina siyasî derbas kiriye de; piştî ku ji ber paşxistina hilbijartinan demekê di nav valahiyeke qanûnî de ma. Di encamê de, di meha Cotmeha 2024’an de projeya hilbijartinan birêve çû û demeke nû ya qanûndananê dest pê kir, ku niha di sala 2026’an de wekî destkeftiyeke girîng ji bo vegera rewabûnê tê dîtin. Li gel vê yekê, dîroka Parlamena Kurdistanê xwedî aliyekî geş e rola parlamenterên jin e ji sala 1992’an vir ve, bi rêya kotaya qanûnî û xebata berdewam, encama rêya doz û têkoşîna berdewam karîn cihê xwe di navenda biryardanê de bi dest bixin.

Dîroka damezrandinê û krîza rewabûnê (2022–2024)

Dîroka damezrandina Parlamena Kurdistanê – ku di destpêkê de wekî “Meclîsa Neteweyî ya Kurdistana Iraqê” dihat naskirin – vedigere destpêka salên 90’î. Ev parlamen encama rasterast a guhertinên siyasî û serbazî yên wê serdemê bû. Di bihara sala 1991’an de, gelê  Kurdistanê li dijî rejîma Baasê rabûn serhildanê, piraniya bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê rizgar kirin. Piştî vê raperînê û vekişandina sazî û dezgehên îdarî û xizmetên hikûmeta Bexdayê di Cotmeha 1991’an de, Herêma Kurdistanê ket nav valahiyeke mezin a qanûnî, îdarî û siyasî. Ji bo dagirtina vê valahiyê, Eniya Kurdistanî biryar da ku pergala birêvebirina herêmê ji şêwaza şoreşgêriyê biguhere bo şêwazekî sazî û qanûnî.

Yekem car di dîroka Başûrê Kurdistanê de, di 19’ê Gulana 1992’an de projeyeke seranserî û azad ji bo hilbijartina nûnerên gel hat lidarxistin. Di vê projeyê de, gel bi coş û perestiyeke mezin berê xwe dan sindoqên dengdanê ji bo hilbijartina 100 endamên parlamenê, li gel 5 kursiyên ku ji bo kêmneteweyên Mesîhî hatibûn veqetandin, ku bi giştî hejmara kursiyan bû 105.

Piştî ragihandina encaman di 4’ê Hezîrana 1992’an de, dema yekem a Parlamena Kurdistanê 1’emîn civîna xwe ya dîrokî pêk anî. Di vê civînê de parlamenteran sonda qanûnî xwar û bi fermî temenê vê saziyê dest pê kir. Di nava biryarên xwe yên 1’emîn de, parlamenê Qanûna Jimare 1 a Sala 1992’an derxist ku bi şêwaza karê parlamenê bi xwe taybet bû. Di Cotmeha heman salê de federalîzm wekî pêwendiyeke qanûnî di navbera Herêmê û Bexdayê de ragihand. Ev sazî ji wê demê ve bûye bilindtirîn desthilata qanûndanîn û çavdêriyê li Herêma Kurdistanê.

Karwana jinan di parlamena Kurdistanê de

Dema 5’emîn a Parlamena Kurdistanê di sala 2022’an de temenê xwe yê qanûnî dirêj kir, lê belê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê di Gulana sala 2023’an de ew dirêjkirin wekî nedestûrî (dij-makezagonî) bi nav kir û parlamen hilweşand. Vê biryarê Herêma Kurdistanê xist nav valahiyeke mezin a qanûndanînê ku nêzî du salan dom kir. Di encamê de, piştî çend guhertinan di qanûna hilbijartinê de û guhertina pergala herêman, di 20’ê Cotmeha 2024’an de hilbijartina dema şeşem a Parlamena Kurdistanê hat lidarxistin. Bi vê yekê rewabûn ji bo saziya qanûndanînê vegeriya û bawerî bi projeya demokrasiyê hat dayîn.

Her çend atmosfera siyasî ya Herêmê di nav veguhartinên dijwar re derbas bûye jî, nayê mîsogerkirin ku mirov qala dîroka vê saziyê bike bêyî ku balê bikşîne ser wê “şoreşa bêdeng” a ku jinên Kurdistanê di nav hola parlamenê de bêpar kirine; şoreşeke ku piştî raperîna sala 1991’an qonaxeke nû bi xwe ve dît.

Di dema yekem a Parlamena Kurdistanê de di sala 1992’an de, weşana jinan pir sînordar bû; bi şêwazekî ku ji nav 105 kursiyên parlamenê tenê 5 jin bûn parlamenter (ku dike nêzîkî ji sedî 4.7). Ev nûnertiya kêm, rengvedana civaka kevneşop bû, lê ew pênc jin bûn pêşeng û rê ji bo nifşên pişt re xwe baş kirin.

Paşê, jinan û rêxistinên civaka sivîl bi piştgiriya lobiyeke bihêz fêm kirin ku bêyî qanûneke taybet, cihê jinan di qada siyasetê de tune ye. Piştî xebateke dirêj, di sala 2004’an de qanûna hilbijartina Parlamena Kurdistanê hat sererastkirin û rêjeya ji sedî 25 wekî kota ji bo jinan hat çespandin. Paşê di sala 2009’an de ev rêje ji bo ji sedî 30 hat bilindkirin.

Ev sererastkirina qanûnî guhertineke bingehîn afirand; bi vî rengî di demên pêş de hejmara parlamenterên jin gihîşt zêdetirî 33 parlamenteran ji nav 111 kursiyan. Heta ku di dema pêncem de, jinan karîbûn postên bilind ên desteya serokatiya parlamenê bi dest bixin, ku ev yek di postên Seroka Parlamenê û Sekretera Parlamenê de xwe nîşan da.

Plana geşepêdana cihê jinan di demên cuda yên parlamenê de

Dema parlamanê, sala hilbijartinê, rêjeya kursiyên jinan, postên jinan ên serek:

Dema yekem         1992                     4.7% (5 kursî)                     Endamtiya komîsyonan

Dema duyem        2005                   % 25 (27 kursî)                Cîgirên serokên komîsyonan

Dema  Sêyem      

û Çarem               2009 / 2013             % 30(34 kursî)                 Serokatiya komîsyonên

girîng

Dema Pêncem          2018                % 30 (34 kursî)         Serokatiya Parlamenê û 

Sekretertî

Destkeftiyên parlamenterên jin di karûbarên qanûndanînê de

Parlamenterên jin tenê wekî “hejmar” di nav parlamenê de neman; berovajî wê, wan bi rêya Komîsyona Parastina Mafên Jiyanê (Afrat) û avakirina hevpeymaniyên di navbera fraksiyonên cuda de, karbûn çend qanûnên dîrokî derxînin ku rasterast jiyana malbatî û civakî guhert.

  • Têkoşîna li Dijî Tundiya Malbatî: Bi derxistina Qanûna Hejmar 8 a Sala 2011’an – ku li ser asta Rojhilata Navîn wekî yek ji qanûnên herî pêşketî tê dîtin – parastina jin û zarokan di nava malbatê de hat mîsogerkirin.
  • Sererastkirina Qanûna rewşa kesane: Qanûna Rewşa Kesane ya Iraqê li Herêma Kurdistanê hat sererastkirin; bi vî rengî pirzewacî bi tundî hat sînordarkirin û mafên jinê di dema berdanê de bûn xwedî parastineke qanûnî ya qatbiqat.
  • Sûcdarkirina Sunnetkirina keçan: Bi rêya heman qanûna têkoşîna dijî tundiya malbatî, sunnetkirina keçan hat qedexekirin û wekî sûc hat pênasekirin.
  • Rakirina kêmkirina cezayê “Şerefê”: Di Qanûna Cezayan a Iraqê de ew bendên ku dibûn sedema kêmkirina cezayê ji bo wan zilamên ku bi navê “parastina şerefê” jin dikuştin, hatin rakirin
  • Rexne û astengiyên li ber karwana parlamenterên jin: Tevî wan destkeftiyên dîrokî yên ku parlamenterên jin di demên cuda de bi dest xistine, karê wan di qada qanûndanînê de bê kêmasî û rexne nebûye. Çavdêrên siyasî û rêxistinên mafên jinan herdem çend rexneyên cidî li ser performansa wan tînin ziman:
  1. Piştperdeya biryara Partiyê: Yek ji rexneyên herî mezin ew e ku piraniya parlamenterên jin nekarbûne ji bin bandor û hegemoniya serokatiya baviksalarî ya partiyên xwe derkevin. Di dema rûbirûbûnên tund ên siyasî de, wan gelek caran berjewendî û rojeva partiya xwe xistine pêşiya dozên jin û malbatê, ku ev bûye sedema lawazbûna lobiya navbera jinên fraksiyonên cuda.
  2. Pirsgirêka sîstema kotayê: Beşek ji wan jinên ku bi rêya sîstema kotayê dighîjin parlamenê, tenê wekî hejmarek ji bo dagirtina kursiyan tên dîtin. Di dema çar salan de, çalakî, pêşniyar-qanûn an jî axaftina wan di hundirê hola parlamenê de di asta herî kêm de dibe, ku ev yek zirarê dide wêneya şiyanên jinan.
  3. Dûrketiya ji dosyayên mezin: Çalakiyên parlamenterên jin bi piranî di nav çarçoveya komîsyona jinan an jî dozên civakî de asê mane. Jinan kêm caran xwe dane ber dosyayên mezin û stratejîk ên mîna budçe, petrol, gaz, reformên aborî û ewlehiyê; ev yek jî dibe sedem ku di qadên sereke yên desthilatê de bandora wan kêmtir be.
  4. Şerma li dijî kevneşopiyên civakî: Ji ber tirsa bertekên civakî yan jî êrîşên aliyên kevneperest di torên civakî de, beşek ji parlamenterên jin nekarbûne bi dengekî bilind berevaniyê di sererastkirina wan qanûnan de bikin ku mafên medenî yên jinan diparêzin, yan jî li hemberî dozên kuştina jinan helwesteke radîkal û yekker bigirin.
  5. Ev qonax nîşan dide ku tenê zêdebûna “hejmara” jinan di parlamenê de ne têrker e; di demên bê de divê giranî bidor wekî “kalîte” û serxwebûna parlamenterên jin, da ku bikaribin bibin hêzeke rasteqîn a guhertinê
  6. Astengiyên destpêkê yên li ber 1’emîn parlamenterên Jin (1992)
  7. Dema ku di sala 1992’an de ew pênc jinên yekem lingên xwe avêtin nava hola Parlamena Kurdistanê, rêya wan bi çîmento û xalîçeyên sor nehatibû raxistin. Ew rûbirûyî kelem û astengiyên pir giran bûn ku berhemê civakeke piştî-dîktatoriyê, şerê navxweyî û hişmendiya eşîretî ya serdest bûn:
  • Serdestiya hişmendiya baviksalarî û eşîretî: Di wê serdemê de siyaset û qanûndanîn wekî qadeke tenê ji bo zilaman dihat dîtin. Civakê û heta serokatiya partiyan jî bi çavekî bêbwerî li şiyanên jinan di birêvebirina dewletê û derxistina qanûnan de dinhêrt. Ji ber vê yekê, ew jinên yekem neçar bûn di nav holeke ku ji sedî 95 jê zilam bûn de kar bikin û pir caran nêrînên wan bi cidî nedihatin girtin.
  • Nebûna piştgiriya qanûnî (Pêş-Kota): Di destpêkê de ti qanûnek nebû ku rêjeyeke diyarkirî ji bo jinan mîsoger bike. Jin neçar bûn di nav sîstema navxweyî ya partiyan de pêşbaziya zilaman bikin, ku ev yek ji ber pêkhateya kevneşopî ya partiyan nêzîkî nemumkinê bû. Jinên destpêkê tenê wekî “minet” rûyê demokrasiyê dihatin namzedkirin, ne wekî mafekî xwezayî û rewa.
  • Tundiya siyasî û şerê navxweyî (1994–1998): Destpêkirina şerê navxweyî qada heremî û qanûnî bi temamî peyitand. Desthilat ket destê mantiqê çek û hêza serbazî ya zilaman. Di hawîrdoreke wiha aloz de, dengê jinan ê ji bo aştiyê û qanûnê di nav dengê guleyan de winda bû û bi temamî hatin marjînalkirin (paşguhkirin).
  • Kombestên Civakî û Aborî: Parlamenterên jin ji aliyê darayî ve ne serbixwe bûn; partî û malbatan çavkaniyên aborî kontrol dikirin. Di heman demê de, tevlîbûna jinê ligel zilaman di civînên siyasî yên derengî şevê de, li gora kevneşopiyên wê demê wekî binpêkirin dihat dîtin, ku ev bû sedema fişareke mezin a derûnî û civakî li ser malbatên wan.
  • Kêmaniya ezmûna siyasî: Ji ber salên dirêj ên di bin desthilata rejîma Baasê de û serdestiya zilaman di xebata çekdarî ya çiyayan de, jinan piştî raperînê xwedî ezmûneke pêşwext a îdarî yan qanûndanînê nebûn. Ew neçar bûn ji sifrê dest pê bikin û di nav projeyê bixwe de fêrî teknîkên qanûndanîn û lobîkirinê bibin.
  • Ev astengiyên destpêkê nîşan didin ku mîsogerkirina kotaya ji sedî 30 û serokatiya parlamenê ji aliyê jinan ve di salên paşê de, fêkiyê têkoşîn û berxwedaneke dîrokî û giran e.
  • Encam û asoyên pêşerojê: Krîza berdewam a neavakirina hikûmetê
  • Di Roja Cîhanî ya Parlamentoyê de, Parlamena Kurdistanê piştî derbaskirina qonaxeke xitimandî, bi rêya hilbijartinên Cotmeha 2024’an gav davêje nava qonaxeke nû ya kar. Dîroka 34 salî ya vê saziyê nîşan dide ku tevî astengiyan, parlamen herdem bûye platformek ji bo guhertinê, nexasim bi rêya beşdariya çalak a jinan.
  • Lê belê li pişt vê dîmenê, rastiyeke tal heye ku bêhêvîbûneke mezin di nav kolanê de afirandiye. Ji ber ku di demekê de ku projeya avakirina hikûmetê piştî krîzên 2022’an û dirêjkirina temenê parlamenê hatibû rawestandin û tevî  di Cotmeha 2024’an de hilbijartin hatin kirin jî, niha ku em di sala 2026’an de ne, hîn jî aliyên siyasî negihîştine ti rêkeftinekê ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmetê.