Xelatên Mûsa Anter hatin dayîn: Ajansa me hêjayî xelata taybet a juriyê hat dîtin
Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad, ku îsal cara 28'emîn hate lidarxistin, di merasîmê de dan xwediyên wan. Ji nûçegihanên ajansa me Medîne Mamedoglû ya ku Xelata Taybet a Juriya Rojnamegeriya Jinê wergirt, xelata xwe diyarî nûçegihanên Nujinha yên li Rojhilata Navîn dixebitin, Emîne Şenyaşar, Dayikên Şemiyê û rojnameger Rohat Aktaş ê ku li Cizîrê hat şewitandin kir.
Stenbol- Zanayê Kud û sembola Çapemeniya Azad Musa Anter (Apê Mûsa) 20’ê Îlona 1922’an piştî ku li Amedê ji hêla JÎTEM’ê ve hat qetilkirin, Xelatên Nûçegihaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad di qada nûçegihaniyê de tên dayîn, ku îsal 28’emîn hat organîzekiri bi merasîmekî ji xwediyên wan re hat dayîn. Merasîma ku ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve hat organîze kirin li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a navçeya Şîşlî ya Stenbolê hatin lidarxistin. Xeletên pêşbirkê di beşa “Nûçeyên Tirkî”, ”Nûçeyên Kurdî”, ”Fotograf”, ”Karîkatur” û ”Nûçegihaniya Jinê” de ya ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz di pênc beşên cuda de hatine belav kirin. Malbatên rojnamegeran, Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevseroka İHD'ê Eren Keskîn, wekîlên HDP'ê û nûnerên gelek saziyên pîşeyî yên çapemeniyê û nûnerên saziyên sivîl beşdarî merasîmê bûn.
Li salonê wêneyên rojnamegerên jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin
Li salonê wêneyên Mûsa Anter, Gûrbetellî Ersoz û rojnamevanên di têkoşîna çapemeniya azad de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin. Merasîma ku bi pêşkêşvaniya Ayhan Erkmen û Necbîr Aydoganê hat lidarxistin, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî axaftina destpêkê, sînevîzyona li ser têkoşîna çapemeniya azad hat pêşandan. Li peyî axaftinên li ser wate û girîngiya rojê jî hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) derketin ser dikê. Dawiya konsera muzîkê, xelat dan serketiyan. Xelat di şeş beşên cûda yên wekî: "Nûçeyên Tirkî", "Nûçeyên Kurdî", "Wênesazî", "Karîkator" û "Rojnamevaniya Jinan" ji bo bîranîna Gurbetelli Ersöz û "Xelata Rûmetê" hatin belavkirin.
Xelata Rûmetê ji bo Emîne Şenyaşar hat dayin
Di merasimê de xeleta destpêke, Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wê Celal û Adil Şenyaşar di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê winda kir, bi têkoşîna xwe ya edaletê Xelata Rûmetê wergirt. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar 6 meh in li ber Edliyeya Rihayê nobeda edaletê digrin. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên ku hêjayî "Xelata Rûmetê" hatin dîtin, li ser navê malbatê parêzer Eylem Arzu Kaya xelat wergirtin. Emîne Şenyaşar ku ji ber nexweşiya xwe nikarîbû beşdarî merasîmê bibe, vîdyoya ku şandiye merasîmê wiha got, “Edelet tune ye, dozger guh nadin me. 6 mehe ez li vir dirûnim. Bila kurê mine di girtîgehê de berdin. Ez nikarim li malê rûnim, malbata min xera kirin. Ez bang li rojnamevanan dikim, bila vê zilmê bidin bihîstin. Em ji rojnamevan û parêzeran alîkariyê dixwazin. Di çav, ling û dilê min de Nexweşiyên min hene. Ez ji bo zarokên xwe li vir im."
Xeleta yekemintiyê Canan Coşkun girt
Di beşa Nûçeyên Tirkî de Nûçegihana Dîkenê Canan Coşkun bi nûçeya xwe ya "Walîtî di tengasiya bêhn de mir': Xwîn ji guh û çavên wî hat " xelata yekemîntî wergirt. Xeleta Canan Çoşkun Hevberdevla HDK’ê Esengul Demir da.Canan Coşkun got, "Ev welat welatekê ku qencî û xerabiyê cîh guherandine. Ev xelat hêzê dide min ku ez qetilbûna bermayiyên mafyayê yên polîsan eşkere bikim.”
Xelat dan xwediyên wan
Xeleta Taybet a juriyê di beşa Nûçeyên Tirki de ji nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsever ji ber nûçeya xwe ya bi sernavê "Fermandarê ku penaberan davêjê çeman, xatir dixwaze " hat dayin. Nûçeyek din a hêjayî Xelata Taybet a Juriyê ya di beşa Nûçeyên Tirkiyeyê de, nûçeya Gokay Başcan a bi sernavê "Pisporên 'taybet' ên projeya hilweşandinê" wergirt. Di beşa Nûçeyên Kurdî de, nûçegihanê Ajansa Mezoptamyayê (MA) Kadrî Esen a bi sernavê "Ji rûpelên dîrokê 2 stran û helbesteke der barê Kurdan de" di beşa Nûçeyên Kurdî de pileya yekemîn wergirt. Beşa Nûçeyên Kurdî Xelata Taybet a Juriyê de jî nûçeya xebatkara Jinnewsê Sema Çaglak a bi sernavê "Lutfiye Gokkan ji bo me hem rêber û mamoste û hem jî dayik bû" girt.
Eren Keskîn: Ev doz bi dawî nabe
Xelata yekemîntî; Nûçegihana ajansa Jinnews’ê Oznur Deger ku bi awayekî berfireh behsa qedexeya mafê kurtajê yê jinan dike, nûçeya wê ya bi sernavê "Li Enqereyê ji 35 saziyên tenduristiyê tenê 7 jê kurtaj dikin" hat dayin. Xeleta Oznur Deger Hevseroka IHD’ê Eren Keskîn da.Eren Keskîn bal kişand ku ew yek ji wan kesan e ku derfeta wê heye ku Mûsa Anter û Gurbetellî ji nêz ve nas bike, wiha axivî: “Ez her dem bi vê serbilind im. Gurbetellî li Kurdistanê yek ji sembola jinbûnê bû û ji bo wê jî têkoşîne dikir. Ev deynê xwe da; em jî hêj didin. Divê em bidin. Ev doz dê neqede. Ji ber vê yekê ez ji hemî hevalên xwe yên xebatkarên çapemeniya azad rêz digirim.”
Ji nûçegihana ajansa me Medîne Mamedoglu re xelata taybet a juriyê
Xelata Juriya Taybet a Rojnamegeriya Jinê dan du rojnamegeran Jurî ji bo bîranîna hemû jinên qetilkirî; Nûçegihana NuJinha Medîne Mamedoglu û nûçegihana ajansa me Derya Ren ji ber nûçeyên xwe yên ku eşkere dikin û balê dikşînin ser komkujiyên jinan ên li Tirkiyeyê ku gihîştine asta şîdeta zayendî ku bi "xwekuştin" ser qetilkirina jinan tê girtin hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hatin dîtin. Xelata nûçegihana me Medîne Mamedoglu Dayika Aştiyê Zeynep Calahan da. Nûçegihana me xeleta xwe diyarî nûçegihanên Nujinha yên li Rojhilata Navîn dixebitin, Emîne Şenyaşar, Dayikên Şemiyê û rojnameger Rohat Aktaş ê ku li Cizîrê di jêrzemînan de hat şewitandin kir.
Musa Keklik û Fahriye Çitakli jî bûn xwediyê xelata karîkatûrê
Juriya karîkatur, xelata yekemîn di navbera her du berheman de hat parvekirin. Sait Munzur Xelata Taybet a Juriya Karîkatûran wergirt. Xelata Fahriye Çitakli Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyik da. Fahriye Çitakli ku got qada karîkatûran qadek serdestiya mêr e, wiha got: “Ez bi piranî li ser mafên jinan dixebitim. Ez difikirim ku ji niha û pê de ez ê ji bo xelatên din jî bibim namzet. ”