“Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn” dan Gultan Kişanak
“Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn a 2021’an” dan siyasetmedar Gultan Kişanak.
Navenda Nûçeyan - “Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn a 2021’an” ku ji sala 2007’an ve ji du salan carekê li Almanyayê tê dayîn, îsal dan siyasetmedar Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî ye. Meclisa Jinan a HDP’ê, li ser hesabê xwe yê twîtterê xelata Gultan Kişanak ragihand û ji ber girtina xelatê ew pîroz kir.
Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn a beriya vê dabûn Parlementera HDP’ê Feleknas Uca û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ê.