Xebatkarên weşanxaneyê: Eleqeya ji bo Kurdî zêde ye

Ji bo Fuara Pirtûkan a Mezopotamyayê ya ku li Amedê tê lidarxistin eleqeyeke zêde hebû. Xebatkarên weşanxaneyê gotin ku ji ber zêdebûna bihayan firotin kêm buye û lê tevî bihabûnê jî eleqeya mezin a ji bo Kurdî balê dikişîne.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Fuara Pirtûkan a Mezopotamyayê ku bi hevkariya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) û Eylul Fuarcılık tê lidarxistin, piştî 4 salan di 16’ê Kanûnê de li Amedê deriyê xwe vekir. Bi sed hezaran kes beşdarî fuara ku li Navenda Fuar û Kongreyê ya Mezopotamyayê hat lidarxistin bûn. Eleqeyeke zêde ji fuarê re hebû, lê di firotina pirtûkan de heman rêje nehat dîtin. Dema qeyrana aborî ya ku roj bi roj li welat kûrtir dibû, di bihayên pirtûkan de jî xuya bû, bi taybetî jî xwendekar û ciwan gelek caran bi hêvî dihatin fuarê, dest vala vedigeriyan. Me mîkrofonên xwe dirêjî xebatkarên weşanxaneyê û mêvanên beşdarî fuarê bûn, kir.

‘Rewş qet ne dilxweşker e’

Ji xebatkarên Weşanxaneya Dîpnotê Şîlan Ok, bal kişand ser bihabûna pirtûkan û diyar kir ku li gorî salên borî firotina pirtûkan kêm bûye. Şîlan Ok jî weke xwendekara hem kar dike hem jî dixwîne diyar kir ku hem di warê perwerdehiyê de hem jî di warê xwendin û nivîsandinê de rewş qet ne dixweşkere. Şîlan Ok, anî ziman ku daxwaza gel ya hem mejiyê xwe hem jî zikê xwe têr bike heye, lê krîza aborî rê nade vê yekê û wiha got:

“Lê mixabin hevalên me yên xwendekar nikarin pirtûkan bikirin. Ev jî pirsgirêkek pir cidî ye. Bi qasî ku em di vê fuarê de dibînin, kesên ku dikarin pirtûkan bikirin karmendên dewletê ne. Kesên qezenca wan a mehane heyî pirtûkan dikirin. Xwendekar tên fuarê lê gelek zorî dikişînin. Li vir ciwan û zarok hene ku hewl didin bazarê bikin. Bi rastî, ev rewş ji bo her kesî pir bi êş e. Destpêkê divê em di mijara fuarê de vê rewşê rexne bikin; Girîng e ku weşanxane di serdemeke ku bihayê pirtûkan pir zêde dibe de li ser lingan bimînin. Ji ber ku mirov nikare pirtûkan bikire di sektorê de kêmbûnek cidî heye. Lê ev xal jî heye; Kirêya standan li fuaran pir zêde ye û ev rewş di bihayê pirtûkan de jî xuya dike.”

‘Fuar veguherî qada bazirganiyê’

Şîlan Ok, diyar kir ku fuarên pirtûkan veguheriye qada bazirganiyê û ev yek bandoreke neyînî li ser bihayê pirtûkan û bûdçeya gel dike û got: “Hikûmeta heyî ne di nava çalakiyekê de ye ku di warê çandî, civakî û aborî de mirovan têr bike. Ne tenê bihayên pirtûkan bilind in di heman demê de di vê mijarê de polîtîkayên hikûmetê jî ne têrker in. Pirsgirêkên di mijarên civakî û perwerdehiyê de têne jiyîn pirsgirêkên pir cidî ne. Çareseriya vê jî wê ne hêsan be. Hindirê hem perwerdê hem jî avahiya çandê hatiye valakirin. Têrkirina yekalî dê me ji hêla fîzîkî ve li ser lingan bigire lê ger em nikaribin xwe di warê mejî de li ser lingan bigirin û pêş bixin, em ê hertim kêm bimînin.”

‘Bi pereyê ku ji vir qezenc dikim ez nikarim pirtûkan bikirim’

Xwendekara Zanîngeha Dîcleyê Hevrîn Hespîstan jî diyar kir ku ew ji bo ku pereyê berîka xwe qezenc bike li Weşanxaneya Pall a fuarê dixebitî, anî ziman ku serê sibê dihat dibistanê û piştî nîvro jî dihat fuarê û pirtûk difirot. Hevrîn Hespîstan, anî ziman ku bi pereyê ku bi dest xistiye nikare pirtûkekê jî li fuarê bikire û diyar kir ku xwendekar û malbatên ku hatine fuarê jî weke wê di nava heman rewşê de ne. Hevrîn Hespîstan di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman:

“Em ji sibê heta êvarê li vir dixebitin, lê kes nayê û em berdêla keda xwe nagirin. Kirîna pirtûkan êdî ji bo mirovan bûye luks. Heta niha digotin hêjmara xwendevanan kêm bû, lê niha hêjmara xwendevanan zêde ye, lê hêjmara kesên ku pirtûkan dikirin kêm bûye. Ez ji xwe re pirtûkxaneyek amade dikim, bi gelemperî her hefte min pirtûkek ji xwe re dikirî. Dema min li amedeyî vê yekê dikir niha li zanîngehê neçar dibim ku biçim pirtûkxaneya dewletê. Ji ber ku pereyê min nîne ku ez pirtûk bikirim. Rewşa mirovan jî pir xirabe, li rexa pirtûkan em nikarin heqê xwarinên xwe jî derxînin. Em gelek caran birçî radizin. Dema em ji sibê heta êvarê li vir dixebitin jî em nikarin xwarinê bixwin.”

‘Tevî qrîzê, eleqeya ji bo zimanê zikmakî me kêfxweş dike’

Surya Human a ku di Weşanxaneya Weqfa Mezopotamyayê de dixebite, gotinên hempîşeyên xwe dubare kir û diyar kir ku li gorî berê eleqeya ji bo pirtûkan kêm bûye. Surya Human got: “Pirtûkên ku em difiroşin piranî bi Kurdî ne û yên di vî warî de pispor in û yên doktorayê dikin jî zêdetir eleqedar dibin. Ji ber wê jî ji dervey kesên ku li ser zimanê xwe yê zikmakî meraq dikin, pir kes pirtûkan nakirin. Bihayê pirtûkan ji berê gelek zêdetir e. Ji ber ku bihayan bilind dibînin mirov nikarin bikirin. Lê dema ku em îro lê dinêrin cildên pirtûkan û lêçûnên standan pir biha ne û ev pêvajo hem ji bo me hem jî ji bo xwendevanan zor derbaz bû. Lê tevî her tiştî jî kesên ku xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derdikevin û bûn xwendevanên wê em bi tenê nehiştin. Tevî vê qrîzê jî eleqe zêde û baş bû. Tevî ku ne wek berê bû jî, vê eleqeyê dîsa jî me kêfxweş kir.”