‘Em hêza xwe ji felsefeya ‘Berxwedan Jiyan e’ digrin’

Greva birçîbûnê ya li Şehbayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û piştgiriya grevên birçîbûnê yên li zindanên Tirkiyeyê hatibû destpêkirin di roja dûyemîn de bi peyamên berxwedanê bi dawî bû.

Şehba - Komîteya Girtiyan a Efrîn-Şehba duh li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên li zindanên Tirkiyeyê hatine destpêkirin, konê çalakiyê veda û girêva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya konvedanê û greva birçîbûnê di roja dûyemîn de bi dawî bû. Di çalakiyê de pêyam hat dayîn ku heya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê çalakî bidomin.

Di çalakiya roja dawî de beşdarvan ji sazî û dezgehên herêmê amade bûn. Çalakiya îro bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir, piştre beşdarvanan guhdarî berspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Paşê  Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê Efrîn-Şehba Hêvîn Reşîd axivî. Hêvîn Reşîd behsa berxwedana zîndanan kir û got: "Dîrokê de xeta berxwedanê her tim li dijî xeta îxanetê bi serketiye. Em hêza xwe ji gotina "Berxwedan Jiyan e" werdigirin û berxwedana xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewam dikin. Ji Şehbayê heya Bakurê Kurdistanê em piştgiriya berxwedana zîndanan dikin, li dijî her cureyê tunekirin û îmhakirinê em ê berxwedanê bidomînin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ewê bi berxwedan û têkoşîna gelên azadîxwez misoger bibe.

Paşê ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya Efrîn-Şehba stranên şoreşgerî ji beşdarvanan re hate gotin, her wiha ji aliyê beşdarvanan ve helwest ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vegotin.

Çalakî bi diruşmeya "Bê Serok Jiyan Nabe" dawî.