Xebatkarên jin ên Efganistanê sabîtkirina mûçeyan qebul nakin

Li Efganistanê, kêmkirina mûçeyên tendirûstvan û mamostayên jin hate sabîtkirin hate protestokirin. Bijîşk û tendirûstvanên jin diyarkirin ku zagon û pêkanînên Talîban ên li dijî jinan qebul nakin.

BAHARÎN LEHÎB

Kabîl – Li Efgansitanê ku Talîban rêveberiya welat xistiye di destê xwe de polîtakayên xwe ên li dijî jinan ku ji hemû qadên weke huner, siyaset û jiyana civakî dûr bixwe, berdewam dike. Bi sînordarkirinên diyar Talîban tenê destûr dide jinên mamoste û tendirûstvan ku bixebitin, niha jî li hemberî jinên di van qadan de dixebitin polîtîkayên cihêkariya mûçe xistiye meriyetê.

Ji jinên tendirûstvan li 4 nexweşxaneyan protesto

Serokê Talîban Molla Hibatullah Ahundzade bi biryarnameya ku di 3’ê hezîranê de weşandî mûçeyê jinên dixebitin hate sabîtkirin. Mûçeyê hemû jinên di xebitin rêjeyek kêm weke 5 hezar Efganî hate diyarkirin. Biryarnameya mijara gotinê li 4 nexweşxaneyan ji aliyên xebatkarên tendirûstiyê yên jin ve hate protestokirin. Tendirûstvanên jin ên ku beşdarî çalakiya protestoyê bûn, destnîşan kirin ku ji gefên Talîbanê natirsin û gotin: “Berovajî piştî protestoyên me, Talîban ji biryara xwe gav şûnde avêt û di çapemeniyê de ragihand ku mûçeyên jinên dixebitin ji ber hinek sedeman hatiye taloqkirin.” 

Jinên tendirûstvan diyarkirin ku Talîban di wê ferqê de ye ku hejmarek zêde ya mamostayên jin ders didin zarokên keç ên ku heta pola 6’an dixwînin û tendirûstavanên jin ên ku li nexweşxaneyan dixebitin hene û got: “Ger protesto belav bibe wê gelek bi hêz bibe. Em jin emê tu caran teslîmî ferman û zagonên li dijî jinan nabin.”

‘Rayedarên wezaretê gef li me dixwin’

Ji jinên beşdarî protestoyan bûye Saleha Niazî jî wiha got: “Beriya protestoyan ji bo em pirsgirêkên xwe bigihînin wezareta tendirûstiyê me şandeyek diyar kir. Lê belê wezaretê hevdîtina me red kir. Hinek ji rayedaran em biçûk xistin, gef û heqaret li me kir. Li min vegeriya û got, ‘Ji bo destûra te ya xebatê heye divê tu keyfxweş bî, yan pêwîstiya me bi te û karê te nîne.’”

‘Ji ber em jin in em hatin sûcdarkirin’

Bijîşk Raza Safa anî ziman ku weke xebatkarên jin ên li 4 nexweşxaneyên bajar biryarname protesto kirine û got: “Rastî nûnerên me jî weke Talîban em bi jinbûnê û nêzîkatiyên li dijî şerîatê sûcdar kirin. Ji ber me çalakiyên protestoyê kirin, diyarkirin ku divê em bikevin girtîgehê.”

‘Em ji gefan natirsin’

Ji xebatkarên jin yên tendirûstvan Nafiseh Forough da zanîn ku ji gefên weke girtin, îşkence, tundî û tecawîzê natirsin û got: “Baş dizanin em ji van gefan natirsin, pêwîstiya me hemûyan bi mûçeyê mehane heye. Di heman demê de mirov, bi taybet jin pêwîstiya wan bi piştevaniya me heye. Karê me û pîşeya me destûr nade em bi tirsin û dest ji çalakiyên xwe berdin.”