‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê rola jinan derxist pêş’

Jinên Helebê, diyar kirin ku şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zayîneke nû ye û gotin ku bi saya şoreşê riya jinan vebû, di nava civakê de bûn xwedî rol û statu.

RAPERÎN BEKIR

Heleb- Li gelek welatên Rojhilata Navîn ku yek ji wan Sûriye ye, di pêvajoyên serhildanên gel de jin û ciwan ji bo jiyana nû li dijî zihniyeta serdest a mêr bi têkoşînê gihîştin astên cuda, Li Rojavayê Kurdistanê şoreşa ku di 19’ê Tîrmehê de dest pê kir, ji bo her kesê bû hêvî. Gelê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî bi sîstema neteweya demokratîk jiyana xwe ji nû ve ava kir. Şoreşa ku bi pêşengiya jinan dest pê kir pêl bi pêl mezin dibe.

‘Pergala neteweya demokratîk ji bo jiyana bi hev re çareseriya herî baş e’

Hevseroka Meclisa taxa Eşrefiye û Şex Meqsûd a Helebê Hevîn Silêman bi boneya 12’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê ji ajansa me re axivî û wiha got: “Ev şoreş, ji bo gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû piştevanî. Di her qada jiyanê de dest bi hebûnê kir û di heman demê de di demên dawî de ji bo dawîanîna zihniyeta mêr, zordestî, bêedaletiya heyî gaveke girîng bû.”

Hevîn Silêman da zanîn ku jinan destpêkê di qada leşkerî de, di her qadê de serkeftin û desteftiyên girîng bi dest xistine û ji bo hemû cîhanê bûne mînak û got: “Jinan li dijî êrişên DAIŞ’ê, bi saya şervanên weke Arîn Mîrkan hevsengiya siyasî guhertin. Ji bo parastina şoreşê xwe feda kirin. Ji bo parastina jiyanê û xaka xwe, ji bo parastina gel, bi sedan jinan xwe feda kirine hene. Ev şoreş sûd da ku jin bi awayek aktîv bejdarî her qadê bibin. Jin hatin halê biryar bidin û ev jî ji şoreşên din yên di dîrokê de hate jiyan kirin di karekterên cûda de nîşanî me dide.”

Hevîn Silêman destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re nîşan da ku neteweya demokratîk ji bo jiyana bi hev re çareseriya herî baş e û hê zêdetir di nava piştavaniyê de ne û wiha domand: “Ez bang li hemû gelên Sûriye û Rojhilata Navîn dikim di pergala neteweya demokratîk de werin ba hev. Bi vê projeyê ez bawer dikim li dijî qirkirina li dijî gelên li hemû cihan bi têkoşîna hevpar wê bersiv bidin.”

‘Gelan têkoşînek dîrokî nîşan dan’

Endama Koordînasyona Kongra Star a Eşrefiye û Şêx Meqsûd Fehîme Hemo wiha got: “Ez şoreşa 19’ê tîrmehê li şehîdên me yên azadiyê ji destpêka şoreşê heta niha li dijî sîstema kapîtalîsta têkoşîn kirin, şervanên meyên li eniyan şer dikin, hemû yekîneyên li Bakûr û Rojhilatê Sûriye pîroz dikim.”

Fehîme Hemo bal kişand ser polîtakayên beriya şoreşa 19’ê tîrmehê li bermaberî gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriye û wiha got: “Ziman nasname û heta hebûna wan jî nînbû. Hikumeta Şamê, dibin navê dewleta Ereb ya Sûriye de li ser hemû kesan polîtakaya yek al, yek gel û yek dîn di sepand. Bi  şoreşa 19’ê tîrmehê re her yekine bû xwedî maf, dîn, ziman û nesnameya xwe. Di bingehê demoqrasî, biratiya gelan û bi serxistin ku hêza xwe bikin yek. Yek ji mînaka vê ya herî giring taza Şêx Meqsûd û Eşrefiye ye. Li vêderê li gel gelan têkoşînek dîrokî nîşan dan.”

Fehîme Hemo behsa bi destpêkirina şoreşê re destpêkirina rêxistina civakî kir û got: “Bi destpêkirina şoreşê re di binya komînên gel yên Eşrefiye û Şêx Meqsû de berê xwe dan rêxistibûnê; ev rêxistin hatina wan ya ba hev di navendek demokratîk, rêxistinkirin, qada perwerdeyê ava kir. Jin ji li van hemû navend û saziyan de di nava vê şoreşê de xwe rêxistin kirin û ji ber vê jî jêre hate gotin ku şoreşa jinê.”

Fehîme Hemo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hedefgirtina jinan û wiha got: “Bi şoreşa 19’ê tîrmehê re jin bûn xwedî fikra azad, di refên vê şoreşê de bûn xwedî îradeyek bi hêz û pêşengiyê. Dewleta Tirk ya dagirker ku dixwaze fikrê îradeya bi hêz, azad û demokratîk ya jinan ji holê rake, her roj qadên me dike hedef.”

‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê rola jinan a di civakê de derxist pêş’

Endama Meclisa giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Helebê Mayade Arabo jî wiha got: “Destkeftiyên ku bi şoreşa 19’ê tîrmehê hatî bi destxistin, gelê herêmê ev bi salan bû rastî desthilata kapîtalîst, cihêkarî û dûrxistinê bûn. Wekheviya gelan, bû şoreşek demoqartîk ku jiyana bi hevre û biratiyê daxwaz dikir. Ev şoreş ji aliyê gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriye ve rastî eleqeyekê hate. Yek ji van destkeftiyên herî mezin îlana Rêveberiya Xweser û sîstema hevserokatiyê ye. Jin divê şoreşê de di astek zêde de bejdar bûye, siyasî, leşkeri û demokratîk di nav de cihê xwe di her qadê de îsbat kir. Bi armanca wan di her qadan de rêxistin, perwerdekirin û piştevaniyê ji bo jinan navendên taybet hatin avakirin.”

Mayada Arabo di dawiya axaftina xwe de îşaret bi wê yekê kir ku jin di nava civakê de rû bi rûyî sîstema mêrsalar û zîhnyeta otoriter ku wan kontrol dikir mane û got: “Rejîman bi polîtakayên xwe yên zilmê hewl didan jinan kontrol bikin. Lê belê şoreşa 19’ê tîrmehê rê li ber statu û rola jinan di civakê de vekir. Hemû kes bi reng, mesheb, zimanê xwe bi demokratîk di jiya, ji bo avakirina Sûriyeya ne navendî; piştevaniya yekîneyan û gelan destpêkek temsîl kir.”