Xebatkarên Çapmeneiya Azad li ser gora hevala xwe Dilîşan Îbiş find vêxistin
Dilîşan Ibiş di 4'mîn salvegera xwe de ji aliyê rêheval, malbat û endamên çapemeniya azad ve hat bîranîn.
Kobanê - Di 12`ê Cotmeha 2017`an de hêzên QSD`ê komek sivîl ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de rizgar dikirin. Ji bo nasîn û şopandina rewşa koçberan Dilîşan bi hevalên xwe re Rizgar Denîz û Hogir Mihemed re berê xwe didin cihê bûyerê. Di wê navberê de çeteyên DAIŞ`ê bi du maşîneyên teqemeniyê komkujiyek di nava sivîlan de pêk tînin ku di encamê de Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed jiyana xwe ji dest didin û Rizgar Denîz bi giranî birîndar dibe ew jî piştî du mehan jiyana xwe ji dest dide. Di 4'mîn salvegara bîranîna Dilîşan Îbiş de heval, malbat û endamên sazî û dezgehên çapemeniya azad amade bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê dayika Dilîşan Îbiş Şemsê Mihemed Elî û nûçegîhana ajansa ANHA yê Dicle Ehmed axivîn.
"Dilîşan riya rast hilbijart"
Dayika Dilîşanê Şemsê qala hin taybetmendiyê wê kir û wiha got: "Destpêkê em xêrhatina hemû hevalên Dilîşan dikin, li ser seran û çavan hûn hatin. Dilîşan ji kar û xebatên xwe gelekî hezdikir û bi taybet xebatê çapemeniyê, hûn jî hevalên wê li ser xeta wê dimeşin, divê hûn jî wek Dilîşan ji kar xwe hez bikin û rastiyê raghînin."
"Dilîşan di xebatê xwe de herikbar bû"
Dicle Ehmed jî behsa têkoşîna Dilîşan di nava xebatên çapemeniyê de kir û wiha pêde çû: "Em di vê rojê de hemû şehîdên ku di xeta rastiyê de jiyana xwe ji dest dane û bûne dengê heqîqetê bi bîrtînin. Bi dehan şehîdên wek Dilîşan, Dilovan, Eylul, Hogir, Xerîb û hwd. Her demê ku em şehîdên xwe tînin bîra xwe, em kar û xebatên xwe li gor rastiyê û heqîqetê ku hevalên pêşiya me jî şopandin e em jî dişopînin. Bi dehan hevalên me yên çapemeniyê di meuziyên şer de cihê xwe girtin e û wê rastiyê radighînin, bi taybet hovitiya dewleta tirk û çeteyên wê di herêmên dagirkirî de û herî zêde jî jinên ku li wir êşê dikşînin. Dilîşan jî heta dawiyê ew hovtî ji raya giştî re radigahind em jî li ser şopa wê dimeşin û emê bimeşin. Li kur têkoşîn, berxwedanî û serhildan hebe em ê li wir bin û wan bûyeran bişopînin. Çi bi kamare û nivîsê be em ê wê rastiyê raghînin ji cîhanê tevahî re."
Di dawiyê de find li ser gora Dilîşan ji aliyê hevalên wê ve hatin pêxistin û paşê derbasî li ser gora Mustefa Mihemd bûn.