Xebatkara Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt hat berdan

Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkûrt a li Dersimê hat binçavkirin hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Li Dersimê xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt, gava li Taxa Mogoltayê rojanme belav dikirin polîsan ew binçav kiribûn û dest dnaîbûn ser rojnameyan. Li midûriyeta polîsan li Bozkûrtê hat ferzkirin li ser rojnameyê îfadeyê bide. Bozkûrt ku li midûriyeta polîsan îfadeyê red kir, piştî kontrolkirina li nexweşxaneyê hat berdan.

Parlementera Partiya Çepên Kesk a Dersimê, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Dersimê Gonul Sonbahar û hevpîşeyên Azîmeyê ew pêşwazî kirin. Hat zanîn ku dê  Azîme roja duşemê li dozgeriyê îfadeyê bide.