Li Rojhilatê Kurdistanê pasdaran sê endamên malbateke Kurd qetil kirin
Hêzên îstîxbarata Îranê li ser rêya Merîwan-Banê êrîşî ser wesayîta wênekêş û çalakvan Mehdî Tewakkolî kirin. Di êrîşê de Tewakkolî ligel dayik û xwişka xwe jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên ku hatine belavkirin, di 26’ê mehê de , sê endamên malbateke Kurd ji aliyê hêzên îstîxbarata Pasdarên Şoreşê yên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatin kuştin. Mehdî Tewakkolî, ku wênekêş û çalakvanê sivîl ê ji bajarê Sineyê bû, ligel diya xwe Meryem Aslanî û xwişka xwe Semîha Tewakkolî, di encama gulebaranê de li ser rêya Merîwan û Banê jiyana xwe ji dest dan.
Wesayîta malbatê bû armanca gulebaranê
Li gorî agahiyan, wesayîta taybet a Mehdî Tewakkolî li ser rêya Merîwan-Banê bûye hedefa guleyên hêzên Îtlaata Pasdarên Şoreşê. Di encama vê êrîşê de, Tewakkolî ku rêveberê Mala Wênekêşên Kurdistanê, damezrînerê Mala Hunerê ya "Çav" û girtiyê siyasî yê berê bû, ligel dayik û xwişka xwe hat kuştin.
Îro merasîma cenazeyê her sê kesan di bin tedbîrên ewlehiyê yên tund de li Goristana Beheşt-i Mihemedî ya li Sine hate lidarxistin.
Zextên saziyên ewlehiyê û senaryoya "qezaya trafîkê"
Her wiha li gorî raporan, saziyên ewlehiyê zext li endamên din ên malbatê û xizmên wan kirine da ku derbarê çawaniya bûyerê de tu agahiyan nedin. Çavkaniyên nêzîkî malbatê diyar kirin ku saziyên ewlehiyê hewl didin ji bo vê bûyerê senaryoyekê çêbikin û wê wekî "qezayeke trafîkê" nîşan bidin.
Îdiayên desthilatê ji aliyê çavkaniyên herêmî ve hatin redkirin
Hevdem digel belavbûna vê nûçeyê di medyaya mafên mirovan de, dezgehên medyayê yên girêdayî desthilatê îro îdia kirin ku kesên hatine kuştin çekdar bûn û endamên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bûn. Lê belê ev îdia ji aliyê çavkaniyên herêmî yên li Rojhilatê Kurdistanê ve bi tundî hat redkirin.