Xebatên Dayikên Lacik Sipî ji bo yekîtiyê li Silêmaniyê dewam dike
Dayikên aştiyên yên Lacik Sipî bi mebesta piştgirî û yekitiya gelê Kurd, serdana mekteba YNK’ê kirin.
Silêmanî - dayikên Aştiyê yên Lacik Sipî di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo yekîtiya netewî de li bajarê Silêmaniyê serdana mekteba Şehîdan a Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ê kirin û ji aliyê Berpirsa Kar û Barê Şehîdan Çira Omer ve hatin pêşewazî kirin. Di serdanê de dayikên Lacik Sipî behsa giringiya yekitiya dayîk û jinan ji bo gelê Kurd kirin. Çira Omer jî piştgiriya xwe ya ji bo dayikan da nîşandan.