Xazal Resûlî: Serhildanê gelek tişt guhert, lê hîn rêyeke dûr û dirêj maye

Parêzvana mafên jinan Xazal Resûlî diyar kir ku serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gelek tişt guhertiye û bi gotina “Hîn rêyeke me dûr û dirêj heye” bal kişand ser têkoşîna hevpar.

ŞEHLA MUHAMMADÎ

Navenda Nûçeyan – Çend roj mayî ji salvegera serhildana ku di 16’ê Îlona 2022’an de piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ji aliyê “polîsên exlaq” ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, berxwedana bi pêşengiya jinan di ronahiya şoreşê de bi pêş ket bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” di hemû qadên jiyanê de xwe nîşan dide.

Parêzvana mafên jinan Xazal Resûlî têkoşîna gel û jinan û karakterê serhildanê ji ajansa me re nirxand.

‘Bi serhildanê re gelek tişt hatin guhertin’

Xazal Resûlî diyar kir ku di serhildanê de gelek tişt hatine guheriye û diyar kir ku hîn rêyeke dûr û dirêj maye û got: “Li gorî min di sala dawî de rewş gelek hatiye guhertin. Lê şert û merc ne îdeal in. Bi bilindbûna şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re gel serkeftin û zextên vê şoreşê li ser medyaya civakî parve kirin. Ji bo ku mirov bibin xwedî mafên wekhev hîn rêyek dirêj heye. Lê belê mirov dikare bibêje ku rewş ber bi başbûnê ve diçe.”

‘Kesên ku li Îranê rastî cudakariyê tên du caran rastî zextan tên’

Xazal Resûlî bal kişand ser zilm û cudakariya li Îranê tê kirin û got: “Hûn dikarin ji aliyên cuda ve li peyvan binêrin, lê ji bo min cudahiya zext û cudakariyê ewe ku her kes rastî zilmê tê, lê cihêkarî rewşeke dualî ye. Komek etnîsîte, ol, zayend, nasname û hwd. ji ber taybetmendiyên wek vana zexta ku ew dikişîne ye. Em hemû li erdnîgariya siyasî ya Îranê rastî zextan tên. Weke mînak mijara aborî bandorê li hemû mirovan dike, lê dema ku jinên Kurd û Bahaî hebin, çend mijarên din jî li ser tê zêdekirin, ev jî vê zextê li ser beşekî diyar zêdetir dike. Yanî pirsgirêka aborî di her beşê de derketiye holê, lê li Sîstan û Belûcîstanê rewş gelek girantir e. Yan  jî rewşa aboriya jinê pir xerabtir e û ev jî cudakarî ye, zordestiya ducarî ji aliyê koma ku di serê desthilatdariyê de ye ji ber cudahiya ferd û civakê hatiye afirandin.”

‘Jin ji kîjan neteweyê bin rastî cudakariyê tên’

Xazal Resûlî da zanîn ku serhildanê hêviyek mezin di gel de afirand û diyar kir ku dewleta Îranê bi zextan hewl dide vê hêviyê bişkîne û wiha got:

“Hêviyek mezin di nava me de çêbû ku guhertin çêbibe, lê ev hêvî bi wêjeya zextê têk çû. Ez difikirim ku pêwîste em wan hêviyan ji nû ve vegerînin, pêdivî ye ku em vegerin ser vê rastiyê ku hîn jî dikare guhertin çêbibe. Hevkariya me ji bo berjewendiyên me hemûyan girîng e. Kurd, Belûc, Tirk, Gîlan hwd. jin jî di van çend salan de gelek çalak bûne û karîbûn cihekî baştir ji xwe re peyda bikin, bi baweriya min rêyeke dûr û dirêj heye lê baş diçe. Ji kîjan netewbûnê dibe bila bibe, cudakariya jinan pir dişibe hev, lê em van wekheviyan nabînin. Ger em bikarin bigihin hev têgihiştineke hevbeş, koalîsyonekê pêk bînin û bicivin û armancên hevbeş gotûbêj bikin, em dikarin encamên baş bi dest bixin.”