Xanê Benek: Ez ê heta dawiyê li ber xwe bidim

Xanê Benek a 91 salî ku 365 roj in beşdarî çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bûye; diyar kir ku riya azadiya fizîkî yaAbdullah Ocalan têkoşîn û berxwedan e.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr- Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ên di sala 1994’an de ji ber zilma dewleta Tirk dest bi rêwîtiya penaberiyê kirin û piştî guhertina 7 wargehan li Mexmûrê bi cih bûn, 30 sal in têkoşîna xwe didomînin. Jinên Mexmûrê ku di hemû qadên jiyanê de rola pêşengiyê dilîzin, bi taybetî di çalakiyên ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de roleke mezin dilîzin.

Yek ji wan jinan jî Xanê Benek a 91 salî ye. Xanê Benek a ku 30 sal in di rêwîtiya penaberiyê de li ber xwe dide, bû sembola çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Temûza 2023’yan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.

Xanê Benek a ku ji destpêka vê berxwedana 30 salan ve heta vê kêliyê di nava berxwedan û têkoşînê de cih digre, hemû kêliyên jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir. Du kurên Xanê Benek di demên cuda de beşdarî refên PKK’ê bûne û jiyana xwe ji dest dane. Xanê Benek a ku heta niha jiyana xwe bi têkoşîn û berxwedanê honand, bû pêşeng û sembola çalakiyên li Mexmûrê. 

Xanê Benek a ku salek ango 365 roj in bênavber beşdarî çalakiya nobetê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin dibe, ji ajansa me re axivî.

Rêberê me ji bo tevahî mirovan dest bi têkoşîn û berxwedanê kir’

Xanê Benek di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev salek e çalakiya me ya ji bo serokatiyê didome. Em daxwaz dikin bi Rêbertî re hevdîtin were kirin. Rêbertî ji bo tevahî mirovan dest bi têkoşîn û berxwedanê kir. Tecrîda li ser wî zilm û zordarî ye. Ev 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê tê girtin û ev 4 sal in em bi tu awayî agahî jê nagirin.

Xanê Benek, diyar kir ku ew zilm û zordariya li dijî xwe qebûl nakin û got: “Em tu carî dest jî fikir û felsefeya Rêber Apo bernadin. Ji ber ku Rêber Apo me ji tunebûne anî hebûne, me ji goristana tarî derxist û anî ronahiyê.”

‘Divê jin pêşengiyê bikin û tevli hemû çalakiyan bibin’

Xanê Benek, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku divê jin rola pêşengiyê bilîzin û wiha axivî: “Çalakiya nobetê ku me li Wargehê da destpêkirin sala xwe tijî kir. Ez ji roja destpêka çalakiyê ve heta niha bênavber tevli çalakiyê dibim û ez ê heta dawiyê jî didomînim. Serokatî dibêje, ez di aliyê jinan de azad dibim. Divê jin pêşengiyê bikin û tevli hemû çalakiyan bibin. Heta azadiya fizîkî ya Serokatî pêk were, çi ji destên me were, em ê bikin.”

‘Ez ê heta dawiyê li ber xwe bidim’

Xanê Benek di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên cîhanê kir û wiha got: “Ez bang li hemû jinên cîhanê dikim ku beşdarî çalakiyan bibin û têkoşîn û berxwedana xwe xurtir bikin. Divê hemû jin destên xwe bidin hev û çi bikeve ser milên wan bikin. Ez ê heta dawiyê li ber xwe bidim.”