Li pey şopa du birayan daxwaza aştiyê û rûmetê
Malbatên ku di bîranînên zarokên xwe de axivîn, bal kişandin ser biryara domandina têkoşînê û diyar kirin ku ew tenê ji bo bidawîkirina mirinan û parastina nasnameyê aştî û xwedîderketinê dixwazin.
EKÎN STÊRK
Amed – Piştî ragihandina nasnameyên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. Di bîranînan de malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, li aliyekî ve xwedîderketina li têkoşîna bi salan anîn ziman û ji aliyê din ve jî ji bo ku nûçeên mirinê êdî neyên bangên ji bo aştiyê dubare kirin.
Xanim Duşerye ya xaltîka Halîs Baylan (Çiyager Amed) û Suphan Kayaya meta Weysî Kaya (Ozgur Çiya), di peyamên xwe yên piştî xizmên xwe dan de hem daxwaza xwe ya bidawîanîna mirinê anîn ziman, hem jî xwedî li doza zarokên xwe derketin.
‘Em deyndarên hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dane ne’
Xanim Duşerye ya xaltîka Halîs Baylan (Çiyager Amed), sersaxî da malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û bi gotinên; "Em deyndarên kesên ku jiyana xwe ji dest dane ne" diyar kir ku gelê Kurd bi salan e li hemberî zext û zilmê bedêlên giran daye, da zanîn ku ew ê xwedî li têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane derkevin.
Xanim Duşerye bi gotinên; “Hemû kesên şehîd ketin zarokên me ne," tekez kir ku ew bi salan e di daxwaza aştiyê de bi îsrar in û wiha axivî: "Em tenê dixwazin aştî pêk were. Bila aştî pêk were ku êdî kes şehîd nekeve, bila xwîn neyê rijandin."
Du birayên li heman qadên berxwedanê
Riya jiyana Halîs Baylan, bi biryara wî ya tevlîbûna qadên berxwedanê ya piştî birayê xwe Abdullah Baylan diyar bû. Xanim Duşerye, diyar dike ku xwarziyê wê Abdullah Baylan di dema êrîşên li dijî Kobanê de beşdarî qadên berxwedanê bûye û li wir jiyana xwe ji dest daye. Halîs Baylan ku ji şahadeta birayê xwe bi bandor dibe, piştre tevlî refên tevgera azadiyê dibe.
Xanim Duşerye, da zanîn ku herdu birayan li pey hev heman riyê hilbijartin, wiha got: "Birayê wî Abdullah di dema Kobanê de çû li wir şehîd ket. Halîs jî piştî Abdullah bi bandor bû ew jî çû. Dayîka wan jî beriya salan koça dawî kir.”
‘Zarokên me li ser riyekî rûmetê jiyana xwe ji dest dan’
Xanim Duşerye bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û diyar kir ku ew naxwazin êdî kes bimre. Xanim Duşerye xwest deriyên girtîgehan bên vekirin û dayîk zêdetir êşa zarokên xwe nekşînin got: “Bila êdî em zarokên xwe winda nekin.”
Xanim Duşerye, bal kişand ser daxwazên xwe yên naskirina nasname û zimanê Kurdî, diyar kir ku zarokên wan ji bo van daxwazan jiyana xwe ji dest dane. Xanim Duşerye da zanîn ku çi dibe bila bibe, ew ê qet serî li ber zilmê netewînin, got ku ew ê parastina ziman û nasnameya xwe bidomînin.
Xanim Duşerye, destnîşan kir ku divê xwedî li têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane derbikevin û got: “Zarokên me di riyeke bi rûmet de jiyana xwe ji dest dan. Ji bo Kurdistana azad her dem têkoşîna xwe domand.”
Gotinê wî ya dawî: Ez ê di vê riyê de biçim
Suphan Kayaya meta Weysî Kaya (Ozgur Çiya) jî da zanîn ku biraziyê wê 12 sal berê tevlî refên berxwedanê bûye û beriya 5 salan jî jiyana xwe ji dest daye. Suphan Kaya diyar kir gotinên ku biraziyê wê beriya salan ji malbata xwe re gotiye ji bîr nekiriye û da zanîn wiha gotiye “Riya min cuda ye û riya we cuda ye. Ez ê di vê riyê de biçim.”
Suphan Kaya, bi bîr xist ku 12 sal di ser gotinên biraziyê wê derbas bûye û got: “Em bi wan serbilind in. Em qet ji vê riyê poşman nebûn û em ê qet poşman nebin jî.”
‘Em ê têkoşîna wan bidomînin’
Suphan Kaya ya diyar kir bi salan e di daxwaza aştiyê de bi îsrar in, li aliyekî banga bidawîanîna mirina kir û li aliyê din jî got ku ew ê xwedî li doza zarokên xwe derbikevin.
Suphan Kaya, wiha bi dawî kir: “Em bi salan e aştiyê dixwazin û em di vê daxwaza xwe de bi biryar in. Em ê têkoşîna wan bidomînin. Em ê her dem xwedî li şehîdên xwe derkevin û em ê qet dev ji riya van bernedin.”
youtube.com/watch?