"Xaka Başûrê Kurdistanê bi çekên fosfor tê topbarankirin"
Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Hedle Hesen der barê êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Başûrê kurdistanê de got: "Bi destekdayîna PDK'ê dewleta tirk êrîşî xaka me dike, li hemberî van êrîşan em ê bêdeng nemînin."
Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Hedle Hesen der barê êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Başûrê kurdistanê de got: "Bi destekdayîna PDK'ê dewleta tirk êrîşî xaka me dike, li hemberî van êrîşan em ê bêdeng nemînin."
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Dewleta tirk ji 23'ê Nîsanê ve bi çekên giran û di heman demê de bi çekên fosfor ên qedexe êrîşê axa Başûr dike. Dewleta tirk bi hevkariya PDK'ê hewl dide xaka Başurê Kurdistanê dagir bike û baregehên xwe li wir bi cih bike da ku desthilatdariya xwe li ser gel bide meşandin. Dewleta tirk bi kiryarên xwe yên dijmirovî tê nasîn, lewre dixwaze her derê bike qada şer. Her wiha ji ber ku di hundirê Tirkiyeyê de bi xwe aloziya aborî heye, dixwaze kîna xwe di van şeran de derxe. Li dijî van êrîşan şervanên tevgera azadiyê li ber xwe didin û êrîşên dijmin vala derdixin. Dewleta tirk zagonên şer jî binpê kiriye, li beramberî vê tu dewlet hesab ji dewleta tirk naxwazin. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Hedle Hesen ji ajansa me re axivî.
"Bêdengî îxanetê diyar dike"
Hedle da zanîn ku ev êrîşên heyî bi destê PDK'ê tên kirin û wiha domand: "Dewleta tirk bênavber êrîş dike, jixwe kiryarên dewleta tirk her û her berdewam dikin lê di van demên dawiyê de hîn zêdetir bûne. Ev yek xeterê li ser gelê Başûrê Kurdistanê dide avakirin û divê gel bêdeng nemîne. Rojane balafirên dewleta tirk li ser asîmanê Başûrê Kurdistanê digerin. Êrîşên wî gihîştine asteke wisa ku çekên fosfor bi kar bîne, ev yek jî bi destê dewletên navneteweyî tê kirin. Divê bê bîra hemûyan ku di şerê Serêkaniyê de jî dewleta tirk çekên fosfor bi kar anîbû tu dewletan dengê xwe nekir, her kesê xwe bêdeng kir, bêdengî îxanetê dide diyarkirin. Qaşo di qada navneteweyî de ev çek qedexe ne lê dewleta tirk van çekan bi kar tîne. Armanca dewleta tirk ne tenê tunekirina şervanên tevgera azadiyê ye, di heman demê de dixwazin gelê Kurd li ser rûyê erdê tune bike. Ji dema ku ev tevger hatiya damezrandin, heye roja îro jî êrîş li ser tên kirin. Em zarokên xwe bi tenê nahêlin, em ê her tim li pişt wan bin da ku em dagirkeran ji xaka xwe derxin."
"Vîna me xurt e, tu kes nikare hêza me lawaz bike"
Hedle di nava axaftina xwe de teqez kir ku wê gelê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava li pişta zarokên xwe be û wiha pê de çû: "Em ê wek jinên ji Kobanê, her dem li qadan bin û helwestên xwe bidin nîşandan. Me wek Kongreya Star dest bi rêzeçalakiyan kiriye, heya ku ev êrîşên heyî neyên rewastandin em ê li qadan bin. Her wiha Tevgera Ciwanên şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan dest bi meşa dirêj kirine, di heman demê de seferberî hat ragihandin. Di dema şerê Kobanê de bi awayekî eşkere dewleta tirk çeteyên xwe derbasî Kobanê kirin, îro eynî çete li xaka Başûrê Kurdistanê şer dikin. Çeteyên ku Efrîn, Serkaniyê û Girê Spî dagir kirin, îro dixwazin me Kurdan qir bikin ev yek jî di plan û projeya dewleta tirk de heye. Bi salan e PDK hevkariya dewleta tirk dike û destên wî di kuştina Kurdan de heye. Ev bi xwe îxaneta herî mezin e ku dijmin me bi hev bide kuştin. Divê li hemberî hemû kiryarên dewleta tirk û çeteyên wî em destên xwe bidin hev û li dijî wî bisekinin da ku em bi qirkirinê re rû bi rû nemînin."
"Li dijî desthilatdariya dewleta tirk em ê serî hildin"
Hedle herî dawî bang li tevahî ciwanên Kurd kir ku li dijî hemû êrîşên dewleta tirk serî hildin û dagirkiryê têk bibin û wiha bi dawî kir: "Dewleta tirk di hemû êrîşan de binket, êrîşên li ser Garê, Heftanîn, Kobanê û gelek deverên din, li ser hemû Kurdistanê ne. Ji ber ku dewleta tirk têk çûye, dixwaze bi çekên fosfor dawî li tevgera me bîne. Wê ev proje bi ser nekeve, ji ber vîna me ji ya dijmin xurtir e. Çi êrîş li ser me bên kirin, em ê vala derxin, em ê nehêlin dijmin xaka me dagir bike.