WMO: Tundbûna El Niño dê di mehên pêş de metirsiyên avhewayê zêde bike
Rêxistina Meterolojiyê ya Cîhanê (WMO), hişyarî da ku ji ber pêşketina bûyera El Niño ya bi hêz, dibe ku di mehên pêşiya me de şert û mercên hewayê yên dijwar bên jiyîn û ragihand dibe ku li hinek herêman bibe sedema lehî, hişkesalî, şewata daristanan.
Navenda Nûçeyan – Bûyera El Niño, bi rêya bilindbûna germahiyê, demsalên baranê yên bêserûber û zêdebûna bandora karesatên xwezayî, dibe sedema guherînek girîng a avhewayê. Ev rewş, ji bo parastina yek ji civakên herî xeternak, hewceyê pêşxistina planên mudaxeleya lezgîn e.
Li gorî daxuyaniya dawî ya Rêxistina Meterolojiyê ya Cîhanê (WMO), tê payîn ku El Niño ber bi dawiya sala 206'an bigihêje asta herî bilind. Rêxistinê ragihand ku bûyer dibe ku pergala baran û germê di asteke girîng de biguherîne û li hin herêman bibe sedema lehî, zuhabûn, şewata daristanan û rîska germa zêde bilind bike.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, wiha got: " El Niño li ber çavên me xurt dibe û zanist cihê gumanê nahêle. Gerstêrk ketiye rewşek nenas û germahiya okyanûsan berdewam bilind dibe. Niha pêşbazî di navbera rîskên zêde yên guherîna avhewayê û biryargirtina tedbîran ji bo parastina gelan de ye."
Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê, pêşbîniyên xwe yên têkildarî El Niño li ser model û hesabên ji gelek rêxistinên meteorolojîk ên li çaraliyê cîhanê ava dike. El Niño ku bûyereke avhewayê ya xwezayî ye ku du salan heta bi heft salan carekê rû dide, wekî encamek rasterast a guherîna avhewayê nayê hesibandin. Lê belê, germbûna gerdûnî dikare giraniya bandorên El Niño zêde bike.
Germa deryayî ya li herêmên navîn û rojhilat ên Pasîfîk a Ekvatorî di halê hazir de di ser asta asayî de ye. Li gorî daneyên rêxistinê, di navbera Gulan-Tîrmehê de bi 1,5 pileyî, meha Tîmrehê jî bi 2 pileyî zêdeyî germahiya asayî hate pîvandin. Germahî dawiya meha Tîrmehê û nîvêTebaxê de gihîşt ser 2,2 û 2,6 pileyî. Li hin herêmên Okayûsê jî cudahiya germahiyê ya li binê deryayê bi 8 pileyî hate pîvandin.
Tê payîn ku di dema navbera Îlon û Mijdara 2026'an de li seranserê qada bejahî ya cîhanê germahiyek di ser asta rêjeya asayî de rû bide.
Sala herî germa a heta niha hate qeydkirin sala 2024'an ku piştî bûyera El Niño hat.