WHO: Zêdeyî ji sedî 60 nexweşxaneyên li Xezayê ji xizmetê derketine

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku ji sedî 60’ê nexweşxaneyên li Xezayê ji xizmetê ne.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsraîlê yê li ser Zîvala Xezayê didome. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bi parvekirina xe ya li ser hesabê X, diyar kir ku ji ber êrişên Îsraîlê yê li ser Zîvala Xezayê zêdetirî ji sedî 60 nexweşxaneyên li Xezayê ji xizmetê derketine.

WHO di parvekirina xwe de ragihand ku ev yek çavkaniya xwe ji nebûna sotemeniyê, xisar, êriş û nêvengên bi xeter çavkaniya xwe digre. Rêxistina ku agirbesta demildest daxwaz kir anî ziman ku li 36 nexweşxaneyên ku kar dikin 14 jê jî amûrên tibî yên di destê wan de kêm bûye, li van nexweşxaneyan jî tenê ameliyatên jiyanî dikarin bên kirin.