Îsraîl nexweşxane û dibistanên li Xezayê hedef digre

Îsraîl di roja 36’emîn a êrîşên li ser Xezayê de nexweşxane û dibistanan hedef digre. Berê tankan daye Nexweşxneya Şîfayê. Hat diyarkirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane dê li nexweşxaneyê di gorên komî de werin definkirin.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê di roja 36'an de didomin. Li Xezayê di serî de nexweşxane, gelek cihên aydê sivîlan ji hewa û bejahî ve tên hedefgirtin û bombekirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê WAFA'yê, derdora nexweşaneyên Şîfa û Endonezyayê û taxên li bakur rojavayê Xezayê Rîmal, Şeyh Ridvan û Nasr û Kampa Eş-Şatî, malên sivîlan ji aliyê balafirên Îsraîlê û yekîneyên topavêj ve hatine hedefgirtin. Li gorî agahiyan j ber ku nexweşxane hatiye hedefgirtin ambulans naxebitin û birîndar nayên sewqkirin.

Êrîşê dibistanê kir

Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê diyar kir ku bi êrîşên dawiyê re hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 11 hezar û 78 kes. Hejmara zarokên hatine qetilkirin weke 4 hezar û 506 û hejmara birîndaran jî 27 hezar zêdetir hat diyarkirin.

Mudurê Nexweşxaneya Şîfa ya Xezayê Muhammed Ebu Selmeyah, da zanîn ku Îsraîlê êrîşê dibistana El Burak a li Xezayê kiriye û hat diyarkirin ku ji ber sivîl li dibistanê dimînin herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Nexweşxane hedef tên girtin

Di nava 24 saetên dawî de li derdora Nexweşxaneya Şîfa, Nexweşxaneya Endonezya, Nexweşxaneya Zarokan Nasr, Nexweşxaneya Zarokan Rantîsî, Nexweşxasneya Zarokan El-Avde û Nexweşxaneya Qudusê pevçûnên dijwar qewimîn. Di êrîşên li derdora Nexweşxaneya Şîfa ya ku saziya herî mezin e û bi hezaran birîndar lê tên dermankirin, gelek kesên sivîl xwe spartinê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Di encama bomberana li ser avahiya polîklînîk a girêdayî Nexweşxaneya Şîfayê de gelek kesên ku di navbera wan de jin û zarok hebûn jiyana xwe ji dest dan.

Balafirên şer ên Îsraîl ê Nexweşxaneya Zarokan Îxtîsas a Rantîsê rasterast hedef girt. Ji ber ku nexweşxane ket rewşeke ku neyê bikaranîn hat diyarkirin ku zarokek ji ber bê oksîjen maye jiyana xwe ji dest daye. Her wiha li dijî bela lênêrîna lezgîn a Nexweşxaneya Qudus a li bakurê Şerîda Xezayê jî êrîş pêk hat. Herî dawî jî di saetên êvarê de li derdora Nexweşxaneya Endonezya û Şîfayê êrîşên dijwar çêbûn.

Dê di nexweşxaneyê de werin definkirin

Hat diyarkirin ku ji ber êrîşên li ser Nexweşxaneya Şîfayê kesên ku hatine qetilkirin û nayên definkirin dê li bexçeyê nexweşxaneye bi awayê komî werin definkirin. Mudurê Giştî yê Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê ji televîzyona ku navenda wê Qetar e Al Jazeerayê re axivî û got: "Derdora Nexweşxaneya Şîfayê 3 roj in bênavber tê bombebarankirin. Ji bo ku hêzên Îsraîlê ji bejahî ve bikaribin bikevin vê derê hema bibêje her deqe bi şîdet tê bombekirin.” Her wiha hat ragihandin ku ketin û derketina ambulansan ji bo nexweşxaneya Şîfayê tê astengkirin û wiha hat gotin: "Em nikarin kesên ku nefesa xwe ya dawî li nexweşxaneyê didin defin bikin. Em difikirin ku li bexçeyê nexweşxaneyê goreke komî bikolin û 100 kesên jiyana xwe ji dest dane lê defin bikin.”

Di dîmenên ku Nexweşxaneya Şîfayê hatin parvekirin de tê dîtin ku bi sedan sivîlên ku di hewşa servîsa lezgîn de kom bûne, xebatkarên rewşa lezgîn û rojnameger cenazeyan kom dikin. Li aliyê din  hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê berê tankan daye nexweşxaneyê û dorpêç kiriye.

Li nexweşxaneya Endonezyayê elektrîk bi temamî qut bû

Hat ragihandin ku li Nexweşxaneya Endonezyayê ya li bakure Xezayê a ku bi hezaran Filistiniyên birîndar, nexweş ji cih û waren xwe bûne xwe spartine, elektrîk bi temamî qut bû. Ji ber xelasbûna sotemeniyê jeneretor hatine sekinandin û nexweşxane di nav tarîtiyê de maye. Li ser hesabê Telegramê yê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê daxuyanî û dîmenên der barê mijarê da hatin parvekirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku elektrîk, av û peywendiyên Nexweşxaneya Endonezyayê bi temamî qut bûne.

Ji HWR’ê daxuyanî: Delîl tune ye

Îsraîl ji bo êrîşa xwe ya li ser Nexweşxaneya Şîfayê îdiaya kir ku "ambulansan şervanên Filistînî dibirin" lê hat destnîşankirin ku heta niha tu delîlên vê yekê tune ye. Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ku navenda wê li New Yorkê ye jî ragihand ku ew nikarin tu delîlan bibînin ku îdiayên Îsraîlê piştrast bikin ku Hemas nexweşxaneya Şîfa ji bo armancên leşkerî bikar aniye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku daneyên NASA'yê nîşan didin ku li ser riya ku ji bo tehliyekirinê hatiye nîşandan gelek şewat derketine û bangên "Hemû avahiyên sivîl bûne hedef" û hişyariyên ji bo tahliyekirina nexweşxaneyê bêyî ku ewlekariya derbasbûnê were kirin têrê nake.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku kesên piştî banga tehliyeyê cih û warên xwe neterikandin, kesên ku ditirsiyan ji cih û warên xwe derkevin û nexwestin koçber bibin, di çarçoveya rêziknameyê de weke sivîl mafê xwe yê parastinê winda nekirine. Û hat destnîşan kirin ku tu herêm ne "herêma serbest lêdanê ye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Divê serokên cîhanê bang li Îsraîlê bikin ku sivîlan û binesaziya sivîlan biparêze û êrîşên neqanûnî pêk neyne. Ji bo pêşîgirtina li hovîtiyên komî divê bi lezgîn tedbîran bigirin."

UNICEF: Zarok di nava agir de ne!

Fona Alîkariya Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî daxuyaniyeke nivîskî da û destnîşan kir ku hema hema bi temamî hilweşîna pergala tenduristiyê û nebûna xizmetguzariyê li tevahiya Zîvala Xezayê bi taybetî li aliyê bakur, jiyana zarokan dixe metirsiyê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev 24 saetên dawî ji xeynî beşên lênêrîna giran û lênêrîna lezgîn a zarokan bi taybetî nexweşxaneyên Rantîsî û Nasr ên zarokan tu xizmet nehatiye kirin. Di daxuyaniya ku tê de daxuyaniyên Rêvebera Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya UNICEF'ê Adele Hudr jî cih girt, hat destnîşankirin ku li Xezayê mafê jiyanê yê zarokan ji dest wan hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Zarokên li Xezayê bi taybetî yên li bakur di nava agir de ne. Li bakurê Xezayê hîn bi hezaran zarok hene. Ev zarok cihê ku biçin tine ye û di bin rewşek pir xeter de ne. Divê demildest êrîşên li ser saziyên tenduristiyê yên zarokan bên rawestandin, pêwîstiya sotemenî û peydakirina bi malzemeyên tibî heye."