WHO’yê li dijî tundiya li ser jinê perwerde da destpêkirin

Ofîsên herêmî yên Ewropa û Rojhilata Navîn yên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), ji bo başkirin û pêşvebirina tîmên tenduristiyê yên li ser jinên mexdûrê tundiya fîzîkî û zayendî kar dikin, perwerdeyek dan destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Ofîsên herêmî yên Ewropa û Rojhilata Navîn yên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), ji bo başkirin û pêşvebirina tîmên tenduristiyê yên li ser jinên mexdûrê tundiya fîzîkî û zayendî kar dikin, perwerdeyek dan destpêkirin. Perwerde li Tûnisa paytexta Tûnisê hate lidarxistin û di perwerdeyê de tê hedefkirin ku tîmên tenduristiyê bi lezgîn alikariya derûnî bidin jinên ku tundî li wan hatiye kirin.

Armanca vê perwerdeyê ew e ku hunerweriya pratîkî û sepandî bide rêvebirên dezgehên tenduristiyê, rayedarên wezareta tenduristiyê, nûnerên civaka sivîl û karkerên tenduristiyê.

’Ev hevkarî ji bo avakirina torên nû pir girîng e’

Pispora têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Melanîe Hyde, wiha got: ‘’Ev hevkariya di navbera du herêmên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê de, li aliyekê derfeteke girîng e ku beşdar tecrûbeyên xwe parve bikin û li aliyekî jî ji bo avakirina torên nû pir girîng e.’’

Karkerên tenduristiyê yên ku li 12 welatan dixebitin, beşdarî perwerdeyê bûn.

Ji her çar jinan yek rastî tundiya fîzîkî yan jî zayendî tên

Tenê li Herêma Ewropayê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji her çar jinan yek ên 15 heta 49 salî, ji aliyê hevjinê xwe yan jî kesek din ve li rastî tundiya fîzîkî yan jî zayendî tên.