Weqfa Malala: Di têkoşîna li dijî cudakariya zayendî de geşedana hiqûqî
Rapora nû ya Weqfa Malala balê dikşîne ser geşedaneke hiqûqî ya navneteweyî; diyar dike ku hejmara welatên ku piştgiriyê didin cezakirina cudakariya zayendî wekî tawanek li dijî mirovahiyê gihîştiye 14’an.
Navenda Nûçeyan – Bi raporeke ku ji aliyê Weqfa Malala ve di 22’ê Tîrmehê de hat weşandin, hat ragihandin ku 14 welat piştgirî didin ku "cudakariya zayendî" wekî tawanek li dijî mirovahiyê nas bikin.
Li gorî raporê, di Nîsana îsal de, Mîsyonên Daîmî yên li Neteweyên Yekbûyî yên Avusturalya, Îzlanda, Meksîka, Spanya, Tîmora Rojhilat, Uruguay û Efganistanê pêşniyar pêşkêş kirine da ku sûcê nijadperestiya zayendî di peymana sûcên li dijî mirovahiyê de cih bigre.
Li gorî daxuyaniya weqfê, bi beşdariya van welatan, hejmara neteweyên ku piştgirî didin naskirina nijadperestiya zayendî wekî tawanek li dijî mirovahiyê gihîştiye 14’an.
Nîqaş wê di çileya 2028’an de dest pê bikin
Weqfa Malala her wiha destnîşan kir ku mijara cudakariya zayendî di danûstandinên li ser peymanek der barê tawanên li dijî mirovahiyê de ketiye rojevê û biryar hatiye dayîn ku nîqaşên li ser vê mijarê di Çileya 2028’an de dest pê bikin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku piştî Talîban careke din hat ser desthilatdariyê, jin û keçên li Efganistanê bi rewşeke giran re re rû bi rû mane û ev yek ji aliyê weqfê ve wekî "sîstema dûrxistin, cezakirin, kontrol û serdestiya sazûmanî" hatiye binavkirin. Hat tekezkirin ku ev sîstem bandorê li her aliyê jiyana wan a giştî û taybet dike.
Weqfê her wiha diyar kir ku Talîbanê di mehên dawî de sîstema xwe ya cudakariya zayendî bêtir bi cih kiriye.
Li Herat û Kabîlê zext û destwerdan
Li gorî raporê, di meha Hezîranê de li bajarê Heratê piştî binçavkirina bi dehan jinan di dema sepandina hişk a rêziknameyên cil û bergên mecbûrî de xwepêşandan çêbûn. Hat îdiakirin ku hêzên Talîbanê mudaxeleyî van xwepêşandanan kirine, xwepêşander rastî lêdanê hatine û gule li ser girseyê reşandine, di encamê de zarokek miriye û çend kes jî birîndar bûne.
Li gorî weqfê, piştî vê bûyerê bi sedan jin û hinek mêrên ku ji bo piştgiriya wan xwepêşandan dikirin hatine binçavkirin û ev destwerdan li deverên din ên Efganistanê, bi taybetî li Kabîlê, belav bûn.
Daxwaza rêxistinên mafên mirovan
Rêxistinên mafên mirovan, çalakvanên mafên jinan û tevgerên protestoyî yên jinan berê jî xwestibûn ku cudakariya zayendî li Efganistanê were naskirin.
Li gorî van rêxistinan, dûrxistina jinan ji perwerde, kar û jiyana giştî mînakek eşkere ya cudakariya sîstematîk û veqetandina li ser bingeha zayendî ye.