WHO: Li Sûdanê jin û zarok di bin xetereyê de ne

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir ku ji ber pevçûnên li Sûdanê tên jiyîn pergala tenduristiyê ber bi karasetê ve tê kişandin û diyar kir ku jin û zarok di bin xeteriyeke mezin de ne.

Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê pevçûnên ku di 15’ê Nîsanê de di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lez de dest pê kiribûn didome. Direktora Herêma Rojhilatê Deryaya Spî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Ehmed El Mandarî, diyar kir ku beriya pevçûn destpê bikin jî 'pergala tenduristiyê bi gelek qeyranan re rû bi rû maye û nazik e' lê di du hefteyên dawî de ji ber bombebarankirina nexweşxaneyan, tunebûna dermanan û ji welat reva hejmarek zêde ya bijîşkan, ‘gotin di cih de be karasetek tê jiyîn.’

Jinên ducanî û zarok di xetereyek mezin de ne

Li gorî nûçeya di DW Tirkî de cih digre; Ehmed El Mandarî hişyarî da ku li Sûdanê metirsiya nexweşiya kolera û ta roj bi roj zêde dibe, destnîşan kir ku li paytext Xartûmê tenê ji sedî 16’ê nexweşxaneyên bi hemû kapasîteya xwe dixebitin û li welat niha bi taybetî kêmbûna cerrah û anestezîst tê jiyîn. Ehmed Al Mandarî destnîşan kir ku koma herî zêde li Sûdanê di xetereyê de ye, nêzî çar mîlyon jinên nexweş an jî ducanî û zêdetirî 50 hezar zarokên ku nikarin baş xwedî bibin û bigihîjin xizmetên xwedî girîngiya jiyanê pêk tê.

3 milyon jin rastî tundiyê tên

Ehmed El Mandarî, da zanîn ku nêzî 3 mîlyon jin jî rastî 'curen tundiyê yên girêdayî zayendî’ tên û anî ziman ku bi taybetî zarok ji ber pevçûn û sirgûnkirina bi zorê di bin zextên giran ên derûnî de ne.

Agirbesta hat dirêjkirin nayê pêkanîn

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku agirbesta ku di navbera artêş û Hêzên Pişgiriya Lez de hat dirêj kirin nayê pêkanîn. Li gorî nûçeya ku AFP’ê li gorî agahiyên şahidên bûyerê ragihand, hate diyarkirin ku roja Duşemê li paytext Xortûmê pevçûn berdewam kiriye û li gelek deverên bajêr ku balafirên şer tên dîtin dengê teqînan tê bihîstin.