Roza Metîna: Divê dengê ji bo hevgirtinê bilindtir be

Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Rojnameger Roza Metîna, binçavkirina hevpîşeyên xwe wek pêngavek hilbijartinê nirxand, bang kir û wiha got: "Divê dengê hevgirtinê bihêztir derbikeve.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Ji hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê yên 14’ê Gulanê re çend roj man, zextên li dijî rojnameger û komên muxalîf zêde dibin. Di operasyonên navenda wan Amed, Enqere û Stenbol de, li dehan bajaran û bi sedan malan polîsan bi ser malan de girtin û der barê kesên hatine binçavkirin de  biryara girtinê hat dayîn. 7 rojnamegerên ku di van operasyonan de hatin binçavkirin jî hatin girtin û wan şandin girtîgehê. Li Tirkiyeyê di 11 mehên dawî de 34 rojnamevanên Kurd ku bi hincetnîşandana nûçeyên çêkirine dihatin darizandin, hatin girtin.

Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Roza Metîna, zextên li ser rojnamegeran û bi taybetî tiştên di pêvajoya hilbijartinê de diqewimin ji ajansa me re nirxand.

'Dixwazin hemû kesên ji bo hilbijartinê dixebitin pasîfîze bikin’

Roza Metîna ku di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku di 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de 2 rojnameger bi kelepçekirina destên xwe hatine girtin, diyar kir ku li girtîgehan zêdeyî 60 rojnameger girtî ne. Roza Metîna bal kişand ku bi nêzbûna dîroka hilbijartinê re zextên li dijî rojnamegeran jî zêde dibin û wiha got: “Bi van zextan re armanca wan ew e ku di hilbijartinên nêz dibin de ji nû ve serkeftina hikûmetê bi dest bixin û ji bo veşartina lîstik û binpêkirinan rojnameger tên girtin. Roj nîn e ku em bi operasyonê şiyar nabin. Dema hilbijartin nêzik dibin, gelek mirovên ji rêxistinên pîşeyî tên binçavkirin û girtin. Ji bo hemû kesên ku ji bo hilbijartinan dixebitin an jî dê roja hilbijartinê bixebitin pasîfîze bikin, çi ji destên wan tê dikin. Em tenê kesek jî bimînin xizmetê ji pergala heyî re nakin."

'Dê ev pergala haramî hilweşe’

Roza Metîna diyar kir ku gotina rojnamegerên girtî yên di korîdorên edliyeyê de deng veda “Dê ev pergala haramî hilweşe. Dê faşîzm bi dawî bibe” hêzê dide wan û diyar kir ku ew ê bi vê înad û biryardariyê xebatên xwe berdewam bikin. Roza Metîna wiha got:

“Dema hevalên me dihatin girtin peyama ‘Dê ev pergala haramî hilweşe’ dan. Em ji van peyaman jî fêm dikin ku çapemeniya azad tu carî serî li ber van zext û êrîşan netewandiye. Hevalên me yên li girtîgehan jî di peyamên ku dişînin de dibêjin: “Em ê vegerin ser karê xwe.” Dê li dijî her cure êrîşan xebatên me berdewam bikin. Hevalên me di her firsendê de tînin ziman ku ew ê nebin rojnamegerên pergalê. Em li ser riya Denîz Firat, Gurbetellî Ersoz û Apê Mûsa dimeşin. Em ê li dijî van zextan jî serî netewînin. Em ê li şûna hevalên xwe yên ku hatine girtin bixebitin û vê pêvajoyê bi ser bixin.”

'Divê piştgirî zêdetir bibe’

Roza Metîna da zanîn ku rojnamegerên jin li qadê bi gelek zehmetiyên wekî girtin lêpirsîn û gefan re jî re rû bi rû dimînin, diyar kir ku dê zextên heyî bi hevgirtinê ji holê werin rakirin. Roza Metîna wiha axivî: “Îro gelek jinên rojnameger ên endamên platformê di girtîgehê de ne, dîsa jin li ser kar rastî gefan hatin û der barê wan de lêpirsîn hatin destpêkirin. Ji ber ku em jî maf û rastiyên rojnamegerên jin ji xwe re bingeh digrin, her dem hedef tên girtin. Em ê wek endamên platformê û rojnamegerên jin xebatên xwe berdewam bikin. Ger em kesek jî bimînin dê xebatên me bi dawî nebin. Divê hemû rojnameger û rêxistinên pîşeyî piştgiriyê bidin rojnamegerên girtî û dengê xwe bi awayekî bihêztir bilind bikin.”