WHO ji bo varyanta nû ya vîrusa koronayê hişyarî da

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) da hişyarî da ku li hemberî varyanta nû ya vîrusa koronayê JN.1 ku gelek zû belav dibe, divê tedbîr bê girtin.

Navenda Nûçeyan – Rêxsitina Tendirûstiya Cîhanî (WHO) hişyarî da ku varyanta nû ya vîrusa koronayê JN.1 ku bi lez belav dibe li welatên Hindistan, Çîn û ABD ku herî zêde nufusa wê heye hate dîtin. Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê (WHO) ji ber bilez belavbûna JN.1 ku li gelek welatên cîhanê hatî dîtin xistin kategoriya ku ‘varyanta ku divê herî zêde were dîqatkirin’ de.

Li gora nûçeya ku di BBC Tirkî de cih girtî; Rayedarên WHO destnîşan kir ku ji bo tendirûstiya civakê metirsî niha kêm e, bi derziyên ku tê kirin dikarin parastinê bikin. Lê belê rayedar hişyarkirin ku vê zivîstanê bûyerên vîrusa korona û enfeksyonên din wê zêde bibin. Şewb, vîrusa sinsityal a nefese (RSV) û vîrusên ku birêya nefese derbas dibe weke dema zarok a pnomonis li Nîvkureya Bakûr zêde dibe.

Varyanta tên şopandin

Omicron ev demeke li seranserî cîhanê di cihê herî zêde varyanta nû lê hey edeye. WHO da zanîn ku niha JN.1 ji di nav de li gel Omicron hinek rêze varyanta ku werin diqatkirin di şopînin, lê belê yek ji wan nîha weke fikar nayê dîtin.

Li gora nevanda parastin û kontrolkirina nexweşan a ABD (CDC) JN.1 niha li welat varyanta û enfeksyon ji seda 15 û 29’an pêktê. Ajansa Îngiltere a ewlehiya Tenidrûstiyê, JN.1 niha li labarutowarê analiz dikin bûyerên vîrosa korona a nêzî ji sedan 7’ wê pêk tê û derbarê vê û varyantên din şopandina hemû daneyan berdewam dikin.

‘Ji ber werza zivîstanê di bûyeran de wê zêdebûn çêbibe’

Tê texmînkirina ku sedemên bi lez belavbûna JN.1 di spike proteine de ku berhema BA.2.86 di varyanta de xwedî mutasyonekê ye. WHO di nirxandinek a metirsiyê de wiha got: “Ev varyant, bi taybet welatên ku dikevin werza zivistanê, ji derveyî zêdebûna di viral û enfeksyonên bakteriyel de tê pêşbînî kirin ku bibe sedemê zêdebûna vîrosa Korona. Li gora WHO aşiyên JN.1 sîstema tîmarbonê ku çiqas derbaz kiriye hîna belegeyek sînordar nîne. Ev varynata belgeyek ku mirov ji demên pêş hê zêdetir nexweş dibû nîne.

Rayedarên WHO, derbarê kesên ku ji ber vîrosa Korona li nexweşxaneyê daneyên ku tên raporkirin welatên ku dane kom dikin di astek giring de kêm bûne, ji bo bandora vê varyantê li ser tendirûstiyê diyar bibe pêwîstî bi hê zêdetir xebat heye. WHO ji bo pêşîlêgirtina enfeksyon nexweşiyên cidî ev tişt hate gotin:

“*Li cihên qerebalix û girtî de maske kar bînin

*Dema hun kulîn û tirbijîn devê xwe bigrin

*Destê xwe bi awayek rêk û pêk û paqij bikin

*Bi taybet dema hun di katagoriya metirsî debin, aşiyên sermaye bikin

*Dema nîşaneyên we ên kovîd hebin test bikin.”