Jinên Mexribî di navbera desthilatî û tundiyê de asê ne

Raporek nû ku ji hêla Komîsyona Plansaziya Bilind a Mexrîbê ve hatî weşandin, nîşan dide ku tevî pêşketinên qanûnî û sazûmanî, jin hîn jî pirsgirêkên mîna tundiya navmalî, aborî û dîjîtal, valahiyek bêkariyê ya bilind û belavbûna zewaca zarokan dijîn.

Mexrib – Çalakvana mafên jinan Îdrîsiye Hamrîtî tekez kir ku têkoşîna li dijî tundûtûjiya li dijî jinan li Mexribê tenê çarçoveyek qanûnî hewce dike û destnîşan kir ku nêzîkatiyek ku hemî beşên civakê digire nav xwe, ne bes e. Îdrîsiye Hamrîtî diyar kir ku toreke bihêztir û hevrêziyek di navbera komeleyên jinan de dê bihêle ku jin di parastina mafên xwe de rolek bi bandortir bilîzin.

Rapor, ji hêla Komîsyona Plansaziya Bilind a Mexrîbê ve di 16’ê Cotmeha 2025’an de hatiye weşandin. Raporê eşkere kir ku berdewamiya lawaziya aborî û tundûtûjiyê tê wateya ku destkeftiyên hatine bidestxistin têra xwe di jiyana rojane ya jinan de nayên nîşandan.

Jin di rolên civakî û aborî de rola xwe ya zêde digirin

Li gorî raporê, ji sedî 19.2’ê malbatên li welêt ji hêla jinan ve têne rêvebirin û ev rêje ji sala 2014’an vir ve zêde bûye. Ji sedî 39.7’ê malbatên bi dê û bavên yekane ji hêla jinan ve têne xwedîkirin ku gelek ji wan, jinebî ne. Ev nîşan dide ku jin di rolên civakî û aborî de ku bi kevneşopî wekî mêr têne hesibandin, rola xwe ya zêde digirin. Lê belê, rêjeya bêkariya jinan ji sedî 19.4 e li gorî ji sedî 11.6’ê mêran û ev cudahî bi taybetî di nav jinên xwedî xwendina bilind de berfireh e.

Di asta civakî de, zewaca zarokan berdewam dike

Rapor dibêje ku ji sedî 56.5’ê jinên Mexrîbî di jiyana xwe de herî kêm cureyekî tundûtûjiyê dîtine, ku piraniya wê di nav malbatê de çêdibe. Ev yek nîşan dide ku tundûtûjî, li şûna ku kêm bibe, ji qada giştî ber bi mal û cihê kar ve çûye. Rêjeya tundûtûjiya aborî jî bi awayekî tirsnak zêde bûye, ji sedî 8.2’ê di sala 2019’an de gihîştiye ji sedî15.1’an. Ev cure tundûtûjî tê wateya ku jin ji çavkaniyên dahatê an jî ji biryarên darayî yên di nav malbatê de, tên dûrxistin. Komîsyon vê diyardeyê wekî "rûyê nû yê qelsiyê" bi nav dike. Ji ber ku tevî reformên qanûnî, ew serxwebûna jinan asteng dike û wan ji hêla aborî ve girêdayî dihêle. Di asta civakî de, zewaca zarokan berdewam dike û di sala 2024’an de gihîştiye ji sedî 8.4’an.

Ji ber nebûna hişmendî û çavkaniyan gelek cureyên tundûtûjiyê dibînin

Îdrîsiye Hamrîtî ya ku parêzvana mafên jinan û endama Komeleya Jinan a Es-Senaa ya li bajarê El-Cedîda ye, got ku "Her çend rewşa jinan li Mexrîbê baştir dibe jî, tundûtûjî yek ji astengiyên herî mezin ên ku ew pê re rû bi rû dimînin dimîne. Rewşa jinan li deverên gundewarî pir dijwartir e. Jin, bi taybetî li herêma Dukkalayê, ji ber nebûna hişmendî û çavkaniyan rastî cûrbecûr cureyên tundûtûjiyê tên.”

Xetereya tundûtijiya dîjîtal

Îdrîsiye rave kir ku komeleya wan di sala 1999’an de hatiye damezrandin, piştgiriya psîkolojîk û yasayî dide jinên mexdûrên tundûtûjiyê. Îdrîsiye da zanîn ku her wiha perwerdehiya pîşeyî ya ku armanc dike serxwebûna aborî bi dest bixe jî didin û wiha got: “Tundûtûjî êdî ne tenê fîzîkî an aborî ye; ew di formên dîjîtal de jî çêdibe. Gelek jin li ser medyaya civakî rastî eşkerekirin û şantajê tên, ku bandorên psîkolojîk û civakî bi qasî tundûtûjiya fîzîkî cidî ne.”

Divê hevrêzî û hevgirtina di navbera komeleyan de xurt dibe

Li gorî Îdrîsiye, têkoşîna li dijî van pirsgirêkan hewce dike ku hişmendiya civakî bilind bibe. Di vê mijarê de jî wiha dibêje: “Sûcdarkirina tundûtûjiyê gavek girîng e, lê mifte ev e ku civak tundûtûjiyê red bike. Divê hişmendî berî ku qanûn were derxistin biguhere. Pêwîst e ku toreke hevkariyê ya bihêztir di navbera rêxistinên jinan de were avakirin. Her ku hevrêzî û hevgirtina di navbera komeleyan de xurt dibe, dengê jinan dê bilindtir were bihîstin û guhertinek rastîn dê di civakê de were bidestxistin.”