Wezîrê tendirûstiyê herî dawî zêdebûna nexweşiya sorik qebûl kir

Wezareta tendirûstiya Tirkiye, der barê bûyerê zûdebûna nexweşiya sorikan de nivîsa ku şandî ji walitiyên 81 bajaran re bal kişand li ser zêdebûna bûyeran û xwest ku tedbîr were girtin.

Navenda Nûçeyan-  Wezareta tendirûstiya Tirkiye her çendî ku dereng jî mabe, zêdebûna bûyerên nexweşiya sorîk qebûl kir. Wezareta tendirûstyê û rêveberiya giştî ya tendirûstiya gel nivîs şand ji walitiyên 81 bajaran re û bal kişand ser girigiya tedbirgirtina ji bo nexweşiya sorik.

‘Li Tirkiye tevgera sorik berdewam dike’

Di nivîsa mijara gotinê de, diyarkir ku li Tirkiye tevgera nexweşiya sorik berdewam dike û bal hat kişand ku ev nexweşî bi rêya nefesê derbas dibe û dest nîşan kir ku divê tedbir werin zêdekirin û berdewam kirin.

Di nivîsê de ev tişt hate gotin:

“Di giştî cîhanê de di van salên dawî de kêmbûna di aşiyan de, ji derveyî lewazbûna lêkolîna sorik û ji ber Covid-19 di xebatên aşîkirinê de ji derveyî qutbûn û derengbûna ku derketî holê, bûyerên ku di sala 2022-2023’an de rû dane berdewam dike, ev jî tê wê wateyê ku nexweşiya sorik li hemû herêmên cîhanê metirsiye. Ev jî ji aliyê rêxistina tendirûstiya cihanê ve hatiye eşkere kirin. Li welatê me di van demên dawî de ragihandina bûyerên nexweşiya sorik tên kirin. Ji ber vê jî li dijî nexweşiya sorik tedbîrên ku werin girtin me carek din pêwîstî pê dît ku binin ziman.”

TTB: Aşiyên kêm bê beramber tê kirin

Çengê bijîjka malbatan ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal Twitterê daxuyaniya ku dayîn de wiha gotin:

“Herî dawî Wezîrê tendirûstiyê giringî û zêdebûna di nexweşiya sorik de qebûl kir. Nivîs ji walitiyên 81 bajaran re şand. Bal kişand li ser tedbîrên li dijî nexweşiya sorik. Ew zarokên ku aşiyên wan kêm di navendên tendirûstiyên malbatan de bê beramber aşî tên kirin, serî li bijîjkên malbatê yan jî perestarên xwe bidin.”