Mamoste Nîlûfer Hekîmî: Talîban ji îradeya jinan ditirse

Mamoste Nîlûfer Hekîmî ku ji aliyê endamên "Wezareta Teşwîqkirina Fezîlet û Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê" ya Talîbanê ve hatibû binçavkirin û rastî heqaret û muameleya xerab hatibû, diyar kir ku sedema zextên Talîbanê tirsa wî ya ji jinan e.

Herat – Talîbana ku di sala 2021’ê de li Afganistanê rêveberîyê desteser kiribû, yekîneyeke bi navê "Wezareta Teşwîqkirina Fezîlet û Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê" ava kiriye û  jî cilên jinan bigre heya mudaxeleyî gelek mijaran dike. Endamên Talîbanê yên ku girêdayî wezaretê ne li kolanan di bin navê kontrole de gefê li hizur û ewlekariya gel dixwin. Bi dehan kes bi îdiaya ku li gorî rêgezên wek cil û bergên ferzkirî yên ji aliyê Talîbanê ve hatine danîn tevnagerin, ji aliyê van yekîneyan ve tên binçavkirin û rastî heqaret, îşkence û windakirinê tên.

Nîlûfer Hekîmî ya ku li Heratê mamostetî dike, ji ber ku di dema rêwîtiya xwe ya Kabulê de ligel hevjînê xwe peçe li xwe nekiriye di nav wan kesan de ye ku ji aliyê endamên Talîbanê yên ser bi wezaretê ve hatibûn rawestandin û binçavkirin. Nîlûfer Hekîmî li ser heqaret û muameleya xerab a di dema binçavkirinê de pê re rû bi rû ma qal kir.

Rastî heqaret û neheqiyê hat

Nîlûfer Hekîmî, anî ziman ku wê bi hevjînê wê re birine herêma bi navê herêma ewlehiyê û got ku ji bo kirîna peçeyê ji hevjînê wê pere xwestine û wiha got: “Pereyê ku ji hevjînê min xwestin tunebû. Jê re gotin here deyn bibîne. Hevjînê min jî neçar ma biçe. Di wê navberê de ez bi wan re tenê mam. Gotinên ku min biçûk bixin ji min re gotin, heqaret li min kirin. Îdia kirin ku ez tazî digerim. Cilê min guncav bû. Tene peçeya min tunebû.”

'Talîban ji îradeya jinan ditirse'

Nîlûfer Hekîmî, anî ziman ku endamên wezaretê yên jin hene û wiha got: “Li gel endamên Talîbanê jin jî hebûn lê muameleya baş li min kirin. Min fêm kir ku ew jî bi zorê dixebitin. Divê em jin teslîmî Talîbanê nebin. Talîban ji îradeya me ditirse. Ji ber vê yekê jî hîcabê ferz dike. Zextê li me dike û sînoran ferz dike. Divê em têbikoşin û li hemberî wan bisekinin."