Wezareta Jin, Malbat û Zarokan a Tunisê li hemberî şidetê dest bi diyalogê dike
Wezareta Jin, Malbat û Zarokan a Tunisê li hemberî şideta ser jinan ku her diçe zêde dibe biriyara despêkirina diyaloga navnetewî da. Wezîra Jin, Malbat û Zarokan a Tunisê Îman Hoymel da zanîn ku ji bo kêmkirina şideta bi pandemiyê re zêdebûyî çî ji destê wan bê dê bikin.
Tunis – Wezareta Jin, Malbat û Zarokan a Tunisê ji bo rakirina şideta li ser jinan her ku diçe zêde dibe biriyara diyalogê da.
Li gorî daxuyaniya Wezîra Jin, Malbat û Zarokan a Tunisê Îman Hoymel li gel nûnerên hikumetê dê bi rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jinan re jî di nava diyalogê debin. Îman balkişand ser giringiya xebata di çapa netewî de bê kirin û şideta ser jinan weke “birîna bixwîn” binav kir.
Ji bo rakirina şideta ser jinan dê bi wesîleya 13’ê Tebaxê Roja Netewîya Jinan pîrozbahiyek bikin û paşê jî dest bi gavên piratîk bikin. Ev rojek a ji bo jinan weke betlanê hatiye nîşandane. Yek ji xalên giringiya rojê hevberdan ji destê mêran hatiye girtin û ketiye destê darazê de.