Werzîşvanên Mexrîbê li pey hev serdikevin

Werzişvana kareteyê Şeyma El Haytî, di pêşbirka li Îtalyayê de ji Mexribê re madalyayek zêr da qezenç kirin. Ev serkeftinên li pey hev, bilindbûna werzîşên Mexribê nîşan dide û moralê dide tîma Mexribî.

Navenda Nûçeyan – Werzişvana kareteyê ya Mexribî Şeyma El Haytî, di Lîstikên Deryaya Spî yên "Taranto 2026" de ku li Îtalyayê hat lidarxistin, di kategoriya bin 55 kg de madalyaya zêr qezenc kir.

Ev serkeftina dîrokî, di maça fînalê ya dijwar ku îro hat lîstin de, pêk hat. Werzişvana Mexribî, bi vegera xwe ya balkêş a di saniyeyên dawî de, reqîba xwe ya Îtalî Veronica Brunorî bi 3-2 têk bir û madalyaya zêr qezenc kir.

Serkeftina Mexribê ya di kareteyê de, bi vê yekê re sînordar nebû. Saîd Obaya yê Mexribî jî di kategoriya bin 67 kg a mêran de bi têkbirina reqîbê xwe Nenad Delovic ê bi 4-0 madalyaya bronz qezenc kir.

Werzîşvanên Mexrîbî armanc dikin ku di rojên pêş ên turnuvayê de hêj bêtir madalyayan bi dest bixin.