Hana Saman bi kişandina wêneyan rûyê kevin ê Silêmaniyê arşîv dike

Jineke ciwan bi kameraya xwe li nav bazar û kolanên kevin ên Silêmaniyê digere; wêneyên zarokan, extiyaran, cihên kevin ên bajêr dikşîne û hewl dide bîranînên bajêr ji bo nifşê pêşerojê biparêze.

HÊLÎN EHMED - HÊVÎ SELAH

Silêmanî – Li kolanên kevin ên Silêmanîyê, her gava ku Hana Saman bi kameraya xwe xuya dibe, berî ku tiştekî bibêje, dengê zarokan tê û dibêjin: “Dayîka wêneyan hat.” Ev nav ji bo Hana di kolanên ku ew bi salan e bi kameraya xwe lê digere de bûye nasnameyek ku jê hez dike. Hana Saman zêdetirî 12 salan e karê wênekêşiyê dike. Niha weke rojnamevananek di saziya medyayî ya JIN TV de di xebite. Lê gava karê wê yê rojane diqede, ew kameraya xwe digre û li kolanên bajar digere. Ya ku Hana dike ne tenê wênekêşî ye, hewldaneke ji bo tomarkirina beşa jiyana Silêmaniyê ku ji ber guhertinên li bajêr û derbasbûna demê bi xetereya jibîrkirinê re rûbirû ye.

Wêneyan dikşîne

Hana Saman di nava bazarê de, gelek caran serdana karkerên ku bi salan e li heman cihî dixebitin dike. Wêneyê rûyê wan dikşîne lê berî wê, ew guh dide tiştên ku dibêjin. Ji ber li pişt her rûyekî extiyar, çîrokên salên jiyana bajêr hene. Ji bo Hana, karkerê extiyar ne tenê mirovekî li bazarê ye, beşek ji dîroka wê bazarê ye. Her wiha heman tişt ji bo zarokên kolanan jî derbas dibe. Zarokek li ber kameraya Hanayê rawestiyaye û wêne dikşîne, dibe ku ew îro tenê zarokek li kolanan be lê Hana dixwaze wî wêneyê ji bo pêşerojê biparêze. Ji bo roja ku ew zarok mezin bibe û li wêneyê xwe binêre û bibîne ka ew kolan di salên zarokatiya wê de çawa bû.

Bîranîna kolanên kevin û extiyaran diparêze

Di karê Hana Saman de, wênekêşî bi tomarkirina demek diyarkirî bi dawî nabe, gelek caran, piştî kişandina wêne, wan wêneyan dide xwediyên wan. Wêneyê ku wê ji zarokek an jî jin an jî mêrek extiyar di kolanekê de kişandibû, dide wan, da ku wêne tenê di arşîva wê ya taybet de nemînin. Hana serdana malbatên berê yên li Silêmaniyê dike, bi taybetî yên ku li taxên kevin ên bajar dijîn û hê jî kesên extiyar lê hene. Li taxên weke Sabunkaran, Kaneskan û deverên din ên kevin.

Hana ne tenê hewl dide wêneyên avahî û kolanan bikşîne, bîranînên kesên ku jiyana wan bi van deran ve girêdayî ye jî tomar dike. Çîroka malek, navê kolanek, pîşeyekî kevin, awayê jiyana mirovan û bîranînên kevin. Ew hemû dikarin bibin beşek ji arşîva wê ya wêneyan. Hana Saman ji derveyî pîşeya xwe ya rojnamevaniyê karê wênekêşiyê jî didomîne. Ew rojnamevan e lê piştî karê xwe temam dike, dibe wênekêşek ku li çîrokên veşartî yên bajêr digere. Cihekî ku dibe ji bo rojnamevavek din tenê kolanek kevin be, ji bo Hana beşek ji çîroka bajêr e.

‘Armanca min ew e ez têkiliyên civakî di navbera nifşê pêşerojê de zindî bikim

Rojnamevan û wênekêş Hana Saman a 32 salî, ji Silêmaniyê ye, Peymangeha Kompîtorê temam kiriye. Têkildarî karê rojnamevanî û wênekêşiyê wiha got: “Min destpêkê li bazarê dest bi karê wênekêşiyê kir. Min gelek şêwazên wênekêşiyê ceribandine lê ji ber têkiliyên min ên civakî, min wênekêşiya kolanan û çîrokbêjiya wêneyan hilbijart. Ev zêdetirî 12 salan e karê wênekêşiyê dikim. Ez diçim bazar û kolanên Silêmaniyê. Armanca min ew e ku wêne û bûyerên jiyana sade yên li bazar û kolanan tên dîtin berhev bikim û biparêzim. Ji bo ez bikaribim sûdê bidim nifşê pêşerojê. Her wiha dema ez wêneyekî dikşînim, wê datînim ser kaxezekê û didim wan, da ku bikaribim rêbaz û çanda kevin a kişandina wêneyan biparêzim. Ji bo nifşê nû vê çandê winda neke divê wêneyên xwe bi riya çapkirinê biparêzin. Piştî kişandina wêne têkilya min bi gelek kesan re didome. Gelek caran dema ez wêneyên karsaz an kesekî din dikşînim, wêne didim wan û ew têkiliya civakî bi min re didome. Li her cihê ku min bibînin, ger ez hewceyê alîkariyê bim, ew alîkariya min dikin.”

‘Li taxên kevin çanda Kurdî zindî ye’

Hana Saman da zanîn ku gelek ji kolanên kevin ên Silêmaniyê çanda xwe winda nekirine û wiha got: “Ev navendên ava vexwarinê lê hatine danîn, tiştekî pir baş in û çanda Kurdî diparêzin, çîrokek wê heye.”

‘Taxa Sabûnçêkeran taxa herî taybet e’

Hana Saman anî ziman ku tevî serdana kolanan jî ew gelek ji taxa Sabûnçêkeran a li Silêmaniyê hez dike û wiha got: “Ez rojane serdana kolanan dikim. Her cihê bajarê min ji bo min girîng e. Lê taxa Sabûnçêkeran ji bo min xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Ji ber ku ez li malek Sabûnçêkeran ji dayîk bûme. Ji ber wê ez ji kesên li vê derê xwedî kar in bêhtir serdana vê taxê dikim û bedewiya taxê hîs dikim.”

‘Ez ji bo zarokan ‘dayîka wêneyan’ im’

Hana Saman destnîşan kir ku dayîka wêneyan ji bo wê nasnavê herî bedew e û wiha berdewam kir: “Dema ez wêneyên van zarokan dikşînim, didim wan, ji ber wê dema ez li kolanê xuya dikim, ji min re dibêjin ‘dayîka wêneyan’ hatiye. Ew şanazî û serkeftineke girîng e ji bo min. Dema ez serdana taxan dikim, gelek caran çîrokên cuda fêr dibim. Rojek ez zû ji malê derketim da ku wêneyên bazar û kolanan bikşînim. Ez li ber deriyê malekê rûniştim da ku bêhna xwe vedim û kameraya xwe daynim wêneyekî xwe bikşînim. Deriyek vebû, mêrek extiyar bi navê Mam Bekir derket. Ew mirovek pir şirîn bû, bangî hevjîna xwe kir got ‘ev kameraya kê ye.’ Ji ber wê, ez çûm ba wî û min xwe da nasîn. Wî ez birim malê û me sohbet kir. Wan ji min re behsa jiyana xwe û çawaniya avakirina vê avahiya 50 metreyî kirin. Dema em serdana extiyaran dikin, ji bo wan demek xweş e, ji ber ew bi tena serê xwe li malên xwe dijîn û her dem nikarin sohbetê bikin.”

Hana Saman di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Parastina wêneyan erka me rojnamevanan e. Divê em hemû bibin berhevkar û parêzvanên çand, karakter û nirxên bajarê xwe.”